Li Dusseldorf, Amsterdam û Madrîdê çalakiya kon

Li Dusseldorf, Amsterdam û Madrîdê konên agahdarkirinê hatin vedan û bal hat kişandin ser êrîşên dewleta Tirk ên li hemberî Kurdistanê û der barê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de agahî hat dayîn.

Li Dusseldorf, Amsterdam û Madrîdê konên agahdarkirinê hatin vedan û bal hat kişandin ser êrîşên dewleta Tirk ên li hemberî Kurdistanê û der barê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de agahî hat dayîn.

DUSSELDORF

Li bajarê Elmanya Dusseldorfê, çalakiya kon di roja 4. de ye. Di çalakiyê de pankarta bi nivîsa "Ji Ocalan re azadî ji Kurdistanê re statu" û pankarteke mezin a li ser êrîşên dewleta Tirk ên li hemberî Kurdistanê, hatin vekirin.

Di pankarta bi nivîsa "Ji Komkujiyan AKP berpirsyar e" de wêneyên mirovên li Zergelê, Gimgim, Pirsûs, Cizîr, Kobanê û Şengalê hatin qetilkirin, hatin nîşandan.

Çalakî bi pêşengiya Tevgera Jinê û Navenda Civaka Demokratîk a li Dusseldorfê ve hat lidarxistin. Çalakî wê tevahiya mehekê li navendên cuda yên bajêr bê lidarxistin.

AMSTERDAM

Li paytexta Hollanda Amsterdamê, bi pêşengiya Navenda Civaka Kurd û Komeleya Jinên Kurd a Rojbîn, zilma dewleta Tirk a li gelê Kurd dike hat şermezarkirin. Her wiha zextên li HDP'ê tên kiri, operasyonên girtin û binçavkirinan ên ji aliyê AKP'ê ve tên meşandin, hatin protestokirin. Çalakgeran daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kirin.

Di çalakiyê de belavokên bi zimanên Îngilîzî û Hollandî hatin belavkirin.

MADRÎD

Li paytexta Spanya Madrîdê, li ser banga Partiay Komunîst a Spanyayê kon hat vedan. Li binê konê mezin, sê rojan rewşa siyasî hat nirxandin. Sohbet hat kirin, muzîk hat pêşkêşkirin û civîn hatin lidarxistin. Di çalakiyê de Komîteya Piştgiriya bi Gelê Kurd û Rojava re, amade bû.

Di axaftinên li civînê de hat ragihandin ku dewleta Tirk hevkarê sûcê DAIŞ'ê ye û bêdengiya Spanyayê ya li pêşberî rewşê hat rexnekirin.

...