Encamên di sindoqên Yewnanîstanê de derdikevin Syrîza nîşan didin
Li Yewnanîstanê ku îro hilbijartina pêşwext pêk hat, li gor encamên anketên di sindoqan de Syrîza partiya yekemîn e.

Li gor anketên di sindoqan de, Koalîsyona Çepa Radîkal a di serokatiya Aleksîs Çîpras de ji sedî 30-34 deng wergirtiye. Partiya muxalefetê ya bingehîn rasta muhafezekar Demokrasiya Nû (ND), ji sedî 28-32,5 deng wergirtiye. Berbanga Zêr a nîjadperest ji sedî 6,5- 8, partiya çep a alîgira Yekîtiya Ewropa To Potamî ji sedî 4,5-7 deng wergirtiye.
Tê texmînkirin ku tifaqa Partiya Sosyalîst a Panhelenîst (Pasok) û Çepa Demokratîk Sol (Dîmar) di navbera ji sedî 5,5-7 deng wergirtiye. Serbixwe (Anel) a meha Çile bi Syrîza re koalîsyon kiribû benda ji sedî 3 bi zehmet be jî derbas kiriye. Tê texmînkirin ku Laîkî Enotîta ya kesên ji Syrîza veqetiyan ava kirin, wê di navbera ji sedî 2,5 û 3,5 deng werbigirin.