Ji Însiyatîfa TATORT Kurdistan ji bo Heskîfê piştgirî

Aktîvîstên TATORT Kurdistan bi Hewldana Jiyandina Heskîfê re çalakiyeke piştevaniyê li dar xist.

Tevgera Ekolojî ya Mezopotamyayê ku 20’ê Îlonê wek “Roja Çalakiyê ya Heskîfê ya Cîhanê” îlan kir, ji bo tevayî cîhan ji bo Heskîfê û Çemê Dîcle bikeve nav tevgerê bi Hewldana Jiyandina Heskîfê re aktîvîstên TATORT Kurdistan a li Hamburg çalakiyeke piştevaniyê li dar xist. Di çalakiya li bazara masiyan a bi navûdeng a li ber bendera Hambûrgê pêk hat, Tevgera Ekolojî ya Mezopotamya hat silavkirin. Aktîvîstan ji bo hilweşîna civakî, çandî û ekolojîk a wê Projeya Santralê ya Hîdroelektrîk biafirîne hat xwestin ku AKP polîtîkaya şer rawestîne. 

...