ROJANE
Hemû Nûçe
-
Ji HDP'ê banga 'Bibin endamên me yên desteya sindoqê'
HDP'ê ji bo hilbijartinên 1'ê Mijdarê banga "bibin endamên me yên desteya sindoqê" li endam û dostên xwe kir. -
Ji Wezîrê HDP'yî Dogan li Îzmîrê hevdîtin
Wezîrê Pêşvebirinê yê HDP'yî Dogan, Rêxistina HDP'ê ya Bajêr, Şaredariya Bajarê Mezin a Îzmîrê û Odeya Bazirganiyê ya Îzmîrê ziyaret kir. Dogan, di daxuyaniya piştî serdanan de peyama aştiyê da. -
Li Agirî 19 girtî, li Dêrsimê 6 binçavkirî
Di çarçoveya konsepta şer a hikûmeta AKP'ê de, operasyonên qirkirina siyasî didomin. Li gelek bajar û navçeyên Bakurê Kurdistane her roj bi dehan kes tên binçavkirin an girtin. -
Komkujiyên AKP'ê li Fransa û Îtalyayê hatin protestokirin
Kurdistanî û dostên wan li Fransa û Îtalyayê, komkujiyên AKP'ê protesto kirin. -
'Li dijî êrîşan divê em bibin yek'
Kurdên li Rûsyayê dijîn, der barê terora AKP'ê ya li Kurdistan û Tirkiyeyê û êrîşên li hemberî gelê Kurd de ji ANF'ê re axivîn. -
Li dijî komkujiyên AKP dike, li Kolnê kon hat vedan
Li dijî komkujiyên AKP li Kurdistanê dike, li bajarê Kolnê kon hat vedan. -
Konûr: Daxuyaniya qeymeqamê Cizîrê ya li ser 'avê' bêbingeh in
Hevşaredarê Cizîrê Konûr, nerazîbûn nîşanî qeymeqam Adanûr da ku ji ber pirsgirêka 'avê' wan sûcdar dike. -
HDP: Qesr û AKP prova şerê navxweyî dikin!
HDP'ê destnîşan kir ku ji êrîşên nîjadperestî yên zêde bûne, AKP û Erdogan berpisryar e û xwest tavilê tedbîr werin girtin û xwedî li wekhevî û biratiyê bê derketin. -
Dor li taxa Fîkaya hat girtin
Taxa Fîskaya ji aliyê polîs û tîmên tevgera taybet ve hat dorpêçkirin. -
Li Datçayê 13 koçberan jiyana xwe ji dest dan
Li navçeya Mûgla Datçayê, ji ber binavbûna keştiyeke koçberan 4 jê zarok 13 kesan jiyana xwe ji dest dan. -
Li Hambûrg û Bochûmê çalakiyên protestoyî
Kurdistaniyên li bajarên Elmanya Hambûrg û Bochûmê hatin cem hev, terora hikûmeta AKP'ê protesto krin û berxwedana Cizîrê silav kirin. -
Ji bo şermezarkirina AKP'ê li ber Parlamenta Swêd çalakiya rûniştinê
Komek ji Kurdistaniyên li paytexta Swêd Stockholmê dijîn, ji bo siyasetmedarên Swêdê komkujî û êrîşên dewleta Tirk ên li hemberî Kurdan şermezar bikin, danê êvarê saet di 20:00 de dest bi çalakiya rûniştinê kir. -
Li dijî komeleya Kurd a li Stockholmê êrîşa bombeyî
Li semta Fîttja ya paytexta Swêd Stockholmê, saet di 01:44 ê şevê de li hemberî Komeleya Kurd a Anatoliyê ya li zemînê avahiyekê, êrîşa bombeyî hat kirin. -
Girtiyê nexweş Îlyas Yaşar ê 14 salî nayê dermankirin!
Yaşar Îlyas ê 14 salî, ku li Girtîgeha Ragirtina Zarokan a Şakranê tê girtin, ji bo were dermankirin serî li rêveberiya girtîgehê da, lê belê emeliyata wî ya diviyabû bi lezgînî bihata kirin piştî 13 mehan hat kirin. -
Koma Keskan a Ewropayî diçe Cizîrê
Heyeta ji Koma Keskan a Parlamentoya Ewropayê û Partiya Keskan a Elmanya pêk tê diçe Cizîrê. -
Parîs û Berlîn di kontrolkirina sînor de bi israr in
Serokkomarê Fransayê Françoîs Hollande got ku ji bo li sînorên Yekîtiya Ewropayê navendên kontrolê bên çêkirin wê Elmanya û Fransa pir bi israr bin. -
Wêneyên êrîşa li Hesekê
Yekemîn dîmenên êrîşa li Hesekê rû da gihiştin ANF’ê. -
Di êrîşa bombeyî ya li Hesekê 13 kesan jiyana xwe ji dest dan
Rêveberê Asayîşa Giştî ya Rojava, ragihand ku di êrîşa çeteyên DAIŞ’ê ya bi wesayîteke bombebarkirî li hember nuqteyeke kontrolê pêk anîn, 10 sivîl û 3 endamên Asayîşê bi giştî 13 kesan jiyana xwe ji dest dane. -
Li Wanê pêkanîna 'herêmên ewlehiyê' hate dirêjkirin
Li navçeyên Şax û Elbakê yên Wanê, herêmên ku di 29'ê Tebaxê de di bin navê "herêmên ewlehiyê" de hatibûn qedexekirin ji aliyê Walîtiya Wanê ve ji bo 15 rojan hate dirêjkirin. -
Li Saarbrucken li hember komkujiyên AKP’ê çalakiya kon
Li Saarbrucken komkujiyên AKP’ê bi çalakiya kon tên protestokirin. Di çalakiyê de raya gişti ya Elman tê agahdarkirin. -
Wezîr Dogan: Dewletê li Cizîrê êrîşî mafê jiyanê kir
Wezîrê Pêşveçûnê Dogan, têkildarî komkujiya sivîl a li Cizîrê civîna çapemeniyê pêk anî. Dogan pirsa, “Zarokek 7 salî yan jî 35 rojî, di dest de çek çêdibe?” kir. -
Polîtîkaya şer a AKP'ê li Moskowê hat şermezarkirin
Polîtîkaya şer a AKP'ê, ji aliyê ciwan û hunermendên Kurd ve li Moskowê hat şermezarkirin. Di daxuyaniyê de bang li hêzên navneteweyî hat kirin, ku li dijî AKP a sûcê şer dike, bikevin nava tevgerê. -
Baroya Amedê êrîşa polîsan a li hemberî parêzeran şermezar kir
Baroya Amedê da xuyakirin ku polîsan li du parêzeran dane û bûyer şermezar kir. -
Li Kerboranê 2 kes hatin binçavkirin
Li Kerboranê, di serdegirtina malan de 2 kes hatin binçavkirin. -
HDP: Zext wê nikaribe me ji rêya me vegerîne
HDP'ê êrîşên AKP'ê yên li hemberî gel û wekîlan şermezar kir.