Ji gaziyan re bawernameya serketinê

Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi bawernameyên serketinê hatin xelatkirin.

Li bajarê Kobanê di 20'ê Gulanê de ji aliyê Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve têkildarî rewşa siyasî ya herêmê bi tevlîbûna gelek gaziyan civînek hate lidarxistin.

Di civîna bi rêzgirtina ji bo şehîdan dest pê kir, pêvajoya ji hêla Rêber Apo ve hatiye destpêkirin, rewşa siyasî û leşkerî ya li herêmê û rola gaziyan a di vê pêvajoyê de hate nirxandin.

Di nirxandinan de hate diyarkirin ku gazî şer her tim şopdarên Rêber Apo û şehîdan bin. 

Her wiha hate gotin, di vê merheleya hesas de divê gazî ji her demê zêdetir bi rola xwe pêşengiyê rabin û erka dikeve ser milên wan pêk bînin. 

Di civînê de gaziyên tevlî berxwedana gel a bi mehan a li Bendava Tişrînê bibûn jî bi bawernemeyên serketinê yên ji wêneyên Rêber Apo û şehîdan hatin xelatkirin.