Tûra karên derve li Freîbûrg didome

Freîbûrg DKTM, bi Parlamenterê CDÛ yê PE û endamê Maseya Tirkiyeyê Marschall re rûnişt.

Li bajarê Freîbûrg ê Elmanyayê heyeteke ji ji Komîsyona Têkiliyên Derve ya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Freibûrg (DKTM)’ê, bi Parlamenterê CDÛ Matern von Marschall re hevdîtin pêk anî.

Di hevdîtina bi Marshall re yê di heman demê de Parlamenterê CDÛ yê Parlamentoya Ewropayê (PE) û endamê Maseya Tirkiyeyê ye, hat xwestin ku ji bo alîkariya însanî bigihêje Rojava korîdorek bê vekirin. Di hevdîtinê de ji bo qedexeya li hember PKK’ê ya li Elmanyayê rabe û têkildarî hilbijartinên 1’ê Mijdarê dosyayek pêşkêşî Marshall hat kirin.

MARSCHALL: JI ATMOSFERA ŞER EM BI FIKAR IN

Marschall diyar kir ku mijarên heyetê aniye ziman ji nêz ve dişopînin, bi taybetî ji şerê ku ev demên dawiyê destpê kiriye bi fikar in û ji bo pêvajoya çareseriyê cihê ku li cihê lê mabû bidome, wê hewldanên wan hebin.

Marschall destnîşan kir ku ji vê ziyaretê kêfxweş bûye û dosyaya ku gihiştiyê jî wê bi baldarî tevahî detayên wê lêkolîn bike.