Wezîrên HDP'yî hilbijêrên girtî ziyaret kirin

Wezîrên HDP'yî Konca û Dogan, hevşaredarên girtî û girtiyên nexweş ziyaret kirin.

Wezîrê Yekîtiya Ewropayê (YE) û Parlamenterê Kocaelî yê HDP’ê Alî Haydar Konca, Wezîrê Pêşveçûnê û Parlamenterê HDP’ê yê Îzmîrê Muslum Dogan hevşaredarên girtî yên li Girtîgeha Sîncan Tîpa F û Girtîgeha Kirikkale Tîpa F de dimînin ziyaret kirin.

Konca û Dogan hevşaredarên girtî û girtiyên nexweş ziyaret kirin.

Wezîran destpêkê Vedat Dag ê li Nexweşxaneya Dewletê ya Girtîgeha Tîpa F a Sîncan a Enqereyê de dimîne û nexweşê girane ziyaret kirin.

'MORALÊ WAN BAŞ BÛ'

Her du wezîr paşê çûn Girtîgeha Jinan a Tîpa F a Sîncanê, Hevşaredara Farqînê Yuksel Bodakçi, Hevşaredara Sûrê Fatma Şik Barût, Hevşaredara Artemêtanê Sevîl Çetîn, Hevşaredara Colemêrgê Dîlek Hatîpoglû û Hevşaredara Nisêbînê Sara Kaya ziyaret kirin.

Wezîran Hevşaredarê Farqînê Seyîd Narîn, Hevşaredarê Sûrê Alî Riza Çîçeklî, Hevşaredarê Colemêrgê Nurullah Çîftçî, rêveberê navçeya Nisêbînê Erhan Dînç, Serokê Navçeya Navend a Colemêrgê Îsmaîl Kaya û girtiyê nexweş Yilmaz Kahraman ên li Girtîgeha Kirikkale ya Tîpa F de dimînin ziyaret kirin. Wezîran gotin ku moralê hevşaredar, rêveberên navçeyan û girtiyên nexweş baş e û bi germî ew pêşwazî kirine.