Polîs li Geverê êrîşî gel dikin

Li navçeya Gever a Colemêrgê, tîmên tevgera taybet ên taxên Orman, Cumhuriyet û Kişla dorpêç kirin gel gulebaran dikin.

Li navçeya Gever a Colemêrgê, tîmên tevgera taybet ên taxên Orman, Cumhuriyet û Kişla dorpêç kirin gel gulebaran dikin.

Tîmên tevgera yên ev 3 roj in li navçeya Gever a Colemêrgê êrîşên xwe didomînin, bi gelek wesayîtên zirxî êrîşî taxên Cumhuriyet, Orman û Kişla kirin. Tîmên taybet ên tax dorpêç kirine, bi çekên giran hundirê taxan û barîkatan gulebaran dikin. Welatiyên li hember êrîşa polîsan ketin nav berxwedanê jî bi çalakiyên dengderxistinê, tilîlî û dirûşman bersiv didin. Welatiyên li ber barîkatan êgir pêxistine. Tîmên taybet gulebaranê didomînin. Li ser navçeyê jî tevgera pêgerên hewayî didome.