Malbatên Şehîdên Pirsûsê yên dibêjin "Bila dilê me ji bo edaletê lê bide" hatin cem hev û Însiyatîfa Malbatên Pirsûsê ava kirin. Damezrandina Însiyatîfê li Stenbolê bi civîneke çapemeniyê hat ragihandin. Tevî birîndaran û malbatên şehîdan ên ji Stenbol, Kocaelî, Mêrdîn û Mûşê, Piştevahiya Pirsûsê, Piştevaniya Parêzeran a ji bo Pirsûsê, bavê şehîdê Gezî Berkîn Elvan Samî Elvan, hunermend Pinar Aydinlar, Seroka ESP'ê ya Stenbolê Çîçek Otlû, Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag, Parlamenterên HDP'ê yên Stenbolê Huda Kaya, Fîlîz Kerestecîoglû û Sezaî Temellî, Hevseroka HDP'ê ya Bajarê Stenbolê Ayşe Erden di civîna çapemeniyê de amade bûn.
Li ser kursiyên li salona civînê, qurnefîl û pêlîstokên ku şoreşgerên hatin qetilkirin dixwestin wan ji zarokên li Kobanê re bibin, hatin danîn. Wêneyê pitik Alan Kurdî yê di derya Egeyê de fetisî, tevî pêlîstokan li salonê hat bicihkirin.
Civîna çapemeniyê bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir. Dûre Hevseroka SGDF'ê Ozgen Sadet a ku di komkujiyê de xwişka xwe Ezgî Sadet winda kir, daxuyanî xwend.
Sadet navê 33 şoreşgerên hatin qetilkirin yek bi yek bilêv kir û ew bibîr anî. Ji bo her şoreşgerekî, beşdaran demeke dirêj li ser piyan li çepikan dan. Sadet got, "Ew ewladên me, xwişk, bira, hevser, dê û bavên me bûn. Em malbata 33 dilên di komkujiya li Pirsûsê de ji me hatin stendin û bi sedan birîndaran e. Di meha duyemîn a vê êrîşê de em malbat li hev kom bûne û nîşan didin ku em ê şopdarên vê dozê bin. Em 'Însiyatîfa Malbatên Pirsûsê' ne û îro li vê derê damezrandina Însiyatîfa xwe ji raya giştî re aşkera dikin."
'EM PEREYÊ BERDÊLA XWÎNÊ RED DIKIN'
Sadet ragihand ku ji bo pirsîna hesabê êrîşê û darizandina sûcdar û berpirsyaran ew dengê xwe bilind dikin û got, "Weke Malbatên Pirsûsê em pereyê xwînê yê dewletê pêşkêşî me bike, red dikin. Hûn çûyîna Alîcanê me, Aydana me, Eceya me, Emrûllahê me, Mûratê me, Medaliyê me, Veyselê me, Osmanê me, nikare bi pereyê xwînê binixumînin. Ji bo edaletê em ê li ber xwe bidin. Ji ber vê yekê em ê ti doza îdarî venekin û daxwazeke tazmînata madî nekin."
Sadet da xuyakirin ku her çend di ser komkujiyê re 63 roj derbas bûne jî, ji aliyê hiqûqî ve ti gav nehatiye avêtin û anî ziman ku mîna komkujiyên beriya niha tê xwestin ser vê jî bê nixumandin.
Sadet bal kişand ser biryara nepenîtiya li ser dosyaya komkujiyê û destnîşan kir, ku her çend hewl tê dayîn komkujî bê nixumandin jî ew ê heta dawiyê şopdarên dozê bin.
'SEROKWEZÎR Û SEROKKOMAR ALIYEKÎ KOMKUJIYÊ NE'
Sadet xwest der heqê midûrê emniyetê yê Pirsûsê, qeymeqamê navçeyê, midûrê emniyetê yê Rihayê û waliyê Rihayê yên di komkujiyê de berprisyariya wan hene, lêpirsîn were destpêkirin û got, "Tevî van navên me jimart, Wezîrê Karên Hundir, Serokwezîr û Serokkomarê vî welatî jî aliyekî vê komkujiyê ne. Divê hemû sûcdarên tiliya xwe di komkujiyê de hene bi destê dewletê neyên parastin û tavilê pêvajoya dadgeriyê bê deastpêkirin."
Sadet komkujiyên piştî komkujiya li Pirsûsê rû dan bibîr xist û got, "Pitik Mûhammed ê 35 rojî, Cemîle a bedena wê di sarincê de hat ragirtin, ji şerê we gelekî bi qîmettir in. Ji ber vê eykê, li dijî vî şerê qirêj, ji bo careke din heman êş neyê jiyîn, weke Însiyatîfa Malbatên Prisûsê, em dibêjin ku em alîgirê aştiyeke bi rûmet û wekhev in."
Piştî axaftina Sadet, malbatan mafê axaftinê girtin. Civîna çapemeniyê dewam dike.