Li Swîsreyê konferansa li ser xweseriya demokratîk
Koma Piştgiriya Rojava ya Swîsreyê bi pêşengiya Perspektiven Bauen, li bajarê Swîsre Bernê, ji bo hîn baştir sîstema Rojava were naskirin, konferansek li ser konfederalîzma demokratîk lidar xist.
Koma Piştgiriya Rojava ya Swîsreyê bi pêşengiya Perspektiven Bauen, li bajarê Swîsre Bernê, ji bo hîn baştir sîstema Rojava were naskirin, konferansek li ser konfederalîzma demokratîk lidar xist.
Li Bernê konferansa konfederalîzma demokratîk hat lidarxistin. Siyasetmedarê Kurd û rojnamevan Sabrî Agir ê di konferansê de weke qiseker amade bû, anî ziman ku sîstema konfederalîzma demokratîk a ku Tevgera Azadiyê ya Kurd dixwaze ava bike, jiyaneke alternatîf pêşkêşî civakan dike.
Koma Piştgiriya Rojava ya Swîsreyê bi pêşengiya Perspektiven Bauen, li bajarê Swîsre Bernê, ji bo hîn baştir sîstema Rojava were naskirin, konferansek li ser konfederalîzma demokratîk lidar xist. Siyasetmedarê Kurd û rojnamevan Sabrî Agir ê di konferansê de weke qiseker amade bû. Konferans rastî eleqeyeke xurt a Swîsreyiyan hat.
Agir li konferansê mafê axaftinê wergirt û konfederalîzma demokratîk û sîstema Rojava vegot. Agir di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser rastiya li herêmê û Kurdistanê. Agir, mirin û koçberiya ji ber şerê li Rojhilata Navîn diqewime bibîr xist û destnîşan kir, ku di demeke li Rojhilata Navîn ev rastî hene de, li gelemperiya cîhanê jî krîzeke rêveberiyê xwe daye der.
Agir anî ziman ku Tevgera Azadiye ya Kurd li hemberî van krîzên li Rojhilata Navîn, zêdeyî 40 sal in têdikoşe û guhertina paradîgmayî ya piştî dîlgirtina Ocalan bi komploya navneteweyî, bibîr xist. Agir diyar kir ku Tevgera Azadiyê ya Kurd dema dest bi guhertina paradîgmayî kir, 3 stratejiyên bingehîn diyar kir û got, "Ji van 3 stratejiyên bingehîn ya yekemîn komara demokratîk, ya duyemîn xweseriya demokratîk û ya sêyemîn jî konfederalîzma demokratîk e.
Stratejiya komara demokratîk, ji bo demokratîkbûyîna dewletên niha di meriyetê de ne, meşand. Bi xweseriya demokratîk re xwest Kurd sîstema xwe ava bikin. Bi konfederalîzma demokratîk re jî xwest, ji bo tevahiya Rojhilata Navîn sîstemeke demokratîk ava bike."
DÎROKA MIROVAHIYÊ NE NAVENDÎ YE, KONFEDERAL E
Rojnamevan Sabrî Agir piştre dest bi pêşkêşiya konfederalîzma demokratîk kir û destnîşan kir ku konfederalîzma demokratîk şêweyê jiyana hevpar a mirovahiyê ye.
Agir bibîr xist ku bajarvaniya destpêkê li Mezopotamyaya Jêrîn destpê kir û got, "Şikestina ewilî ya civakî, bi bajarvanî û dewletbûyînê destpê dike. Konfederalîzm ne bi şêweyê niha yê federalîzm an jî konfederal bû. Lê belê dîsa jî di dîrokê de şêweyeke jiyanê ye. Sîstemeke ku bi mirovbûyînê re giraniya xwe çêbûye, ye. Dîroka mirovahiyê ne navendî-dewletparêzî ye. Dîroka mirovahiyê konfederal û komunal e. Forma dewletê ji ber ku gelekî fermî bûye, tê naskirin. Halbûkî jiyana civakî bi xwe konfederalîst e. Di herikîna dîrokê de gelek mînakên vê hene. Swîsre bi xwe jî heta asla 1848'an xwe bi sîstema konfederal bi rê ve bir. Lê belê ji ber ku nema karîbû li hemberî zexta netewe dewletê xwe biparêze, dest ji vê berda. Kurdistan, ne xerîbê sîstema konfederal e. Ji aliyê şaristaniyê ve Kuridstan erdnîgariyeke ku ji rêveberiyên konfederal û xweseriyê re bûye dergûş. Di salên 1700 ên beriya zayînê de, mirovên li Kurdistanê dijiyan, xwe bi meclîsên bi şêweyê Vaktûm vedigotin. Ev modela rêveberiyê ya ji eşîr û gelên cuda pêk dihat, di nava Medan de şênber bû. Di sedsala 18'an de her çend di bin serdestiya împaratoriyên cuda de bû, di nava xwe de modela jiyanê parastin. Piştî sedsala 18'an, netewe dewletên ketin rojeva cîhanê, dema Rojhilata Navîn li gorî berjewendiyên xwe parve kirin, xwestin bi komkujiyen fîzîkî û asîmîlasyonê re xweserî û konfederalîzmê ya forma kevin a jiyane ya Kurdan e, tine bikin. Kurd bi têkoşîna xwe ya azadiyê ya îro re hewl didin Konfederalızma Demokratîk a dîrokê, ji nû ve bixin meriyetê."
Agir anî ziman ku sîstema konfederal a Kurd dixwazin ava bikin, ne weke sîstema heyî konfederal a netewe dewletan e û destnîşan kir ku konfederalîzm beriya her tiştî divê xwe bispêre vîna azad a gelan a herêmî û demokratîk.
LI ROJAVA, KONFEDERALÎZM PARALELÎ XWESERIYÊ BI PÊŞ KET
Agir di dewama axaftina xwe de bal kişand ser sîstema xweser a tê xwestin li Rojava û Bakurê Kurdistanê bê avakirin û got, "Li Rjava û Bakurê Kurdistanê hewl tê dayîn xweserî bên rûniştandin. Li Rojava, konfederalîzma dîrokî ya me qala wê kir, paralelî xweseriyê bi pêş ket. Bêguman di vir de xebateke polîtîk û îdeolojîk a têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê hebû."
Agir anî ziman ku li gorî taybetmendiyên cografîk li Rojava sê kanton hatin avakirin û got, "Di nava van kantonan an jî komîsyonan de ne tenê Kurd, Ereb, Suryanî, Ermenî, Çeçen, Kerkez û Tirk bi ve modela Kurdan re cihê xwe girtin. Vana komîsyonên xwe ava kirin an jî di nava meclîsên ji aliyê Kurdan ve hatin avakirin de bi nasnameya xwe cih girtin. Her wiha YPG û YPJ jî bersivê didin pêwîstiya parastinê ya civakê. Ji gelek deverên Sûriyeyê Tirkmen û Ereban koçî vê derê kirine. Li dijî DAIŞ'ê herêma herî bi ewle, Rojava ye."
SÎSTEMA ROJAVA WÊ LI BAKURÊ KURDISTANÊ JÎ BÊ AVAKIRIN
Agir bibîr xist ku tê xwestin modeleke rêveberiyê ya dişibe ya Rojava, li Bakurê Kurdistanê jî bê avakirin û diyar kir ku li hemberî vê sîstemê dewleta Tirk şîdeteke mezin bi kar tîne. Agir destnîşan kir ku tevî hemû komkujî û zextan jî wê li Bakurê Kurdistanê ev sîstem were avakirin.
Piştî pêşkêşiya Agir konferans bi beşa pirs û bersivan dewam kir û dûre bi dayîna xwarinê ji bo destekkrina Rojava, bi dawî bû.