Şehîdên Pirsûsê hatin bîranîn
Di pêşengiya Piştevaniya Pirsûsê de bi sedan kesên hatin gel hev di meha duyemîn a Komkujiya Pirsûsê de şehîdên Pirsûsê bi bîr anîn.
Di pêşengiya Piştevaniya Pirsûsê de bi sedan kesên hatin gel hev di meha duyemîn a Komkujiya Pirsûsê de şehîdên Pirsûsê bi bîr anîn.
Di pêşengiya Piştevaniya Pirsûsê de bi sedan kesên li Kadikoy hatin gel hev, di meha duyemîn a Komkujiya Pirsûsê de şehîdên Pirsûsê bi bîr anîn. Di bîranînê ku malbatên ciwanên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan jî amade bûn, ji bo 33 ciwanan 33 deqeyan çalakiya rûniştinê pêk hat. Bi sedan kesan xwestin biryara nepenîtiyê ya li ser dosyaya komkujiya Pirsûsê bê rakirin.
Şehîdên Pirsûsê di meha duyemîn de hatin bîranîn. Di pêşengiya Piştevaniya Pirsûsê de bi sedan kesên li ber avahiya HDP’ê ya li ser Cadeya Halîtaga ya Kadikoy kom bûn, di neha duyemîn a komkujiyê de şehîdên Pirûsê bi bîr anîn. Di bîranînê de pankarta, “33 dil ji bo edaletê lê dide”, alên Çerkez, Kafkas, Trabzonspor û SDGF’ê hatin hilgirtin. Piştî deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdên Pirsûsê daxuyaniya li ser navê Piştevaniya Pirsûsê ji aliyê Merve Kanat ve hat xwendin.
Kanat bi bîr xist ku komkujiya Pirsûsê nîşaneya vandalîzma îro ye û wiha berdewam kir: “Komkujiya ku 20’ê Tirmehê li ser me hat kirin, bû hinceta ku hem mudaxeleyî hundir hem ji derveyî Tirkiyeyê bikin; pêvajoya aştiyê bi awayekî fiîlî bi dawî kirin. Şerma vê komkujiya ku me tê de 33 hevalên xwe winda kir û berpirsiyariya wê li holê, ev şerê ku me dikin hincet û dane destpêkirin, ruhê pitikên 35 rojî jî distînin û komkujiyan didomînin.”
Kanat destnîşan kir ku dewleta Tirkiyeyê di diroka xwe de pratîkên xwe yên komkujiyan di tarîtiyê de hiştin, ji demê re hiştin, bê bandor hiştin, dernexistina pêşiya dadgehan zêde ne û ev dîsa di meriyetê de ne, diyar kir ku biryara li ser dosyayê ya ‘biryara nepenîtiyê’ jî nîşan dide dixwazin berpirsên esasî yên komkujiyê veşêrin. Kanat got ku wekî Piştevaniya Pirsûsê wê nehêlin ser komkujiyê bê girtin û li hember şer wê parastina aştiyê bidomînin.
Girseyê bi dirûşma, “ Ji bo Pirsûsê edalet”, 33 deqeyan çalakiya rûniştinê pêk anî.