Li Hambûrgê çalakiya xwedîderketina li xwerêveberiyê

Li bajarê Elmanya Hambûrgê, li ser banga Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk ji bo silavkirina xwerêveberiyên li Kurdistanê hatin îlankirin, meşek hat lidarxistin.

Li bajarê Elmanya Hambûrgê, li ser banga Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk ji bo silavkirina xwerêveberiyên li Kurdistanê hatin îlankirin, meşek hat lidarxistin. Di meşa ku li Hachmannplatzê destPê kir û li Dammtor bi dawî bû de bi qasî hezar kes amade bûn. Hevserokê NAV-DEM'ê Yuksel Koç di axaftina xwe ya li vir de banga destekkirina HDP'ê kir.

Li ser navê Yekîtiya Sendîkayên Elman (DGB) Abîdîn Ertaş di dema meşê de peyivî û destnîşan kir ku divê xwedî li xwerêveberiyên li Kurdistanê bê derketin. Ertaş anî ziman ku li Cizîr û gelek navçeyan, dewleta ku bi hemû hêza xwe êrîşî xwerêveberiyan kir, li pêşberî berxwedana bi biyar a gel neçar ma xwe vekişîne.

Ertaş bal kişand ser hovîtiya dewletê ya li Cizîrê kir û berxwedana gelê Cizîrê û got, "AKP a ku nekarî xwe li encamên hilbijartinên yên 7'ê Hezîranê rabigire, şer da destpêkirin. AKP dixwaze bi vî şerî re 400 parlamenteran bi dest bixe. Weke hêzên demokrasiyê, mîna 7'ê Hezîranê em ê dîsa dengê xwe bidin HDP'ê. Gelê Kurd bi tenê nîne, HDP bi tenê nîne."

Dûre endamê KNK'ê Hasan Ozgur li ser navê Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk a Hambûrgê daxuyanî da û da xuyakirin ku ew li dijî faşîzm û nîjadperestiyê ne, ew xwedî li aştî û xweseriya demokratîk derdikevin. Ozgur bal kişand ser xeteriya Tirkiye pê re rû bi rû ye û da zanîn ku hikûmeta nerewa bi hemû hêza xwe şerê qirêj dimeşîne û çekên xwe jî ji Elmanyayê digire. Ozgur diyar kir ku Erdogan dixwaze bi vî şerî re HDP'ê di binê bendê de bihêle û destnîşan kir ku ew ê destekeke tam bidin HDP'ê. Ozgur her wiha ji dewleta Elmanyayê xwest ku bes Kurdên li Elmanyayê krîmînalîze bike.

Hevseroke NAV-DEM'ê Yuksel Koç jî di axaftina xwe yal i vir de berxwedan û serketina gelê Cizîrê pîroz kir û destnîşan kir ku gelê Kurd mîna demên bihurî wê ji niha û pê ve jî ti carî zilm û zordariyê qebûl neke. Koç got, "Kurdistan wê ji niha û pê ve bi awayekî azad û xweser bijî. Divê ev yek ji aliyê Tayyîp Erdogan, ji aliyê serdestan, ji aliyê AKP'ê ve baş were zanîn. Ji vê saetê û pê ve Kurd ji bilî xwerêveberiyê wê ti rêveberiyekê qebûl neke." Koç diyar kir ku ew li bendê ne gelê Kurd û dostên wan di hilbijartinê de destekeke xurt bidin HDP'ê û ji bo vê yekê jî bixebitin.

Di dema meşê de standa Kuranê ya komek ji çeteyan li Jungfernstîegê rastî nerazîbûna girseyê hat, li ser vê yekê polîsan dor li çeteyan pêçandin. Piştî bûyereke demkurt, meşê dewam kir.

Di dawiya meşê de hat ragihandin ku roja Yekşemê di 27'ê Îlonê de wê bi beşdariya Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş civîna gel bê lidarxistin û banga tevlîbûnê hat kirin.

...