NCDK a Baselê ji aliyê parlamenterên Swîsreyî ve hat vekirin
Cihê nû yê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) a Baselê ji aliyê gelek parlamenterên Partiya Keskan û Partiya Sosyalîst ên Swîsreyê ve hat kirin.
Cihê nû yê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) a Baselê ji aliyê gelek parlamenterên Partiya Keskan û Partiya Sosyalîst ên Swîsreyê ve hat kirin.
Cihê nû yê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) a Baselê ji aliyê gelek parlamenterên Partiya Keskan û Partiya Sosyalîst ên Swîsreyê ve hat kirin. Parlamenteran di axaftinên xwe yên li vê derê de bal kişandin ser şerê li Kurdistanê diqewime û diyar kirin ku ew ê destekê bidin têkoşîna demokrasiyê ya gelê Kurd.
Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Baselê, ji ber guhertina cih merasîmeke vekirinê lidar xist. Di merasîmê de Parlamenterê Partiya Sosyalîst (SP) ê Meclîsa Federal û namzetê dema nû Beat Jans, Parlamenterê SP ê Kantona Baselê û namzetê dema nû yê Meclîsa Federal Mûstafa Atici, namzetên parlamenteriya federal ên SP Sîlvî Schenker, Kerstîn Wenk, Brîgîtte Hollînger, Serokê Giştî yê BASTA Martîn Fluckîger, namzetên parlamenteriya Meclîsa Federal ên hevpar ên BASTA û Keskan Sîbel Arslan, Mîrjam Balmer û Koordînatoriya Tirkiyeyê ya Amnesty International a Swîsreyê Maya Heuchmann tevî gelek Kurdistanî û dostên wan amade bûn.
'PÊWÎSTE HILBIJARTINÊN 1'Ê MIJDARÊ DI REWŞEKE DEMOKRATÎK DE WERIN KIRIN'
Namzetên parlamenteriyê yên Swîsreyî, piştî birîna qûrdeleyavekirinê xwe dan naskirin. Namzetan bal kişandin ser rewşa li Kurdisatn û Tirkiyeyê û destnîşan kirin ku ji bo li Tirkiyeyê aştî pêk were, ew ê têbikoş in. Namzetên parlamenteriyê dan zanîn bang kirin ku hilbijartinên pêşwext ên 1'ê Mijdarê di rewşeke demokratîk de bên kirin û diyar kirin ku Partiya Sosyalîst û Partiya Keskan ên Swêdê, wê bi komekê ji bo çavdêriyê di 1'ê Mijdarê de li Tirkiyeyê bin.
'JI BO AŞTÎ WERE TIRKIYEYÊ EM Ê TÊBIKOŞ IN'
Namzetên parlamenteriyê ji bo hilbijartinên parlamenteriya Meclîsa Federal ên 18'ê Cotmehê yên li Swîsreyê destek xwestin û dan zanîn ku eger bên hilbijartin ew ê ji bo hatina aştiyê ji bo Tirkiyeyê têbikoş in. Namzetan bang li ciwanê Kurd jî kirin ku di nava siyaseta Swîsreyê de bi awayekî aktîf cih bigirin û destnîşan kirin ku ew ê her tim destekdarên têkoşîna demokrasiyê ya Kurdan bin.
Li dû parlamenteran li ser navê Navendên Civaka Demokratîk ên Kurd li Swîsreyê (DEM-KURD) axaftin hat kirin û bal hat kişandin polîtîka şer a AKP û Erdogan li hemberî gelê Kurd û derdorên demokrasiyê dimeşîne. Di axaftinê de, ji bo hilbijartinên pêşwext ên 1'ê Mijdarê banga hesasiyetê li her kesî hat kirin û hat ragihandin, ku bi cihê nû yê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Baselê re, divê hîn xebatên girtîngtir bên meşandin.
Merasîm piştî axaftinan di çarçoveya bernameyekê de bi dawî bû.