Li Kolnê di navbera ciwanên Kurd û nîjadperestên Tirk de pevçûn - HAT NÛKIRIN
Îro saet 13.30’î li ber Navenda Civaka Demokratîk a Kurd, di navbera komekê û welatparêzan de pevçûn derket. Du welatparêz birîndar bûn.
Îro saet 13.30’î li ber Navenda Civaka Demokratîk a Kurd, di navbera komekê û welatparêzan de pevçûn derket. Du welatparêz birîndar bûn.
Îro saet 13.30’î li ber Navenda Civaka Demokratîk a Kurd, di navbera komekê û welatparêzan de pevçûn derket. Du welatparêz birîndar bûn. Tê gotin ku birîndar Hatîce û Serdar in. Lêpirsîn tê kirin ka bûyer provokasyone yan na. Li gor agahiyên destpêkê kesan bi zanebûn pevçûn derxistine.
Bûyera duyemîn îro li pêşiya Dêra Dom çêbû. 50 ciwanên Kurd xwestin bi sedan nîjadperestên Tirk protesto bikin, faşîstan bi heqaretan êrîş birin ser ciwanan. Di pevçûna ku rû da, bi dehan faşîstên Tirk birîndar bûn. Polîsan bi gazê mudaxeleyî ciwanên Kurd kirin. Piştre polîs ji bo binçav bike komek ciwan dorpêç kirin û ji qadê dûr xist. Rewş niha hinekî asayî bûye.