Faşîstên xwestin bimeşin hatin astengkirin
Li bajarê Stûttgart ê Elmanyayê Kurdên ku meşa faşîstan a li bajêr protesto kirin, ji aliyê polîsan ve hatin dorpêçkirin.
Li bajarê Stûttgart ê Elmanyayê Kurdên ku meşa faşîstan a li bajêr protesto kirin, ji aliyê polîsan ve hatin dorpêçkirin.
Li bajarê Stûttgart ê Elmanyayê Kurdên ku meşa faşîstan a li bajêr protesto kirin, ji aliyê polîsan ve hatin dorpêçkirin. Kurdên li Stûttgart, ji bo meşa faşîstan asteng bikin protestoyek li dar xistin. Polîsan jî Kurd dorpêçkirin. Hat diyarkirin ku polîsên niha nasnameyên ciwanan kontrol dikin, ciwanan li otobusan siwar dikin û ji qadê dibin.
Kurdan jî helwesta polîsên ku ciwanên Kurd dorpêç kirin û nasnameyên wan kontrol dikin bi dirûşmên, “Bijî Serok Apo”, “PKK Gel e gel li vir” protesto dikin.