ROJANE
Hemû Nûçe
-
Gerîlayê HPG’ê ber bi rêwîtiya dawî ve hat oxirkirin
Cenazeyê Talay Çelîk (Reşît Serdar) ê HPG'î yê li Sêrtê di pevçûnê de jiyana xwe ji dest da li Taxa Sîsê ya Licê hate defirkirin. -
Qurbaniyên rêwiyên hêviyê dişînin Başûrê Kurdistanê
4 cenazeyên ji 21 Kurdên dema ku xwestibûn bi rêyên qaçax ji Başûrê Kurdistanê biçin Ewropayê di qaseya qemyonekê de fetisîbûn, jiyana xwe ji dest dabûn, îro dişînin Başûrê Kurdistanê. -
Dayikên Şemiyê ji Erdogan re gotin: Dest ji şerê qirêj berde!
Dayikên Şemiyê di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Cemîl Kirbayir ê di dema darbesa 12'ê Îlonê de hate windakirin pirsîn. -
KONGRA GEL: Dibe ku sibe dereng be, kî çi bike divê îro bike
KONGRA GEL, diyar kir ku zîhniyeta Serokkomarê Tirk Erdogan bi qasî ku êrîşî pîroziyên gel bike bêperwa bûye û got: “Li hemberî faşîzma RTE kî çi bike divê îro bike, dibe ku sibe dereng be.” -
Çeteyên DAIŞ’ê 7 sivîl bi dar ve kirin
Li bajaroka Minbic a di navbera Cerablus û Helebê de çeteyên DAIŞ’ê 7 sivîl bi dar ve kirin. -
Li Munchenê AKP hat şermezarkirin, HDP hat destekkirin
Li bajarê Elmanya Munchenê, bi pêşengiya Komuna Jinê ya Kurd SARA, konê hilbijartinê yê HDP'ê hat vedan. Di çalakiyê de terora AKP'ê hat şermezarkirin. -
Li Kopê 4 kes hatin girtin
Ji welatiyên di çarçoveya operasyonên qirkirina siyasî de li Kopê hatin binçavkirin 4 jê hatin girtin. Maşallah Selvî diyar kir ku li emniyetê îşkence li zarokên wan hatiye kirin. -
Herêmên qedexekirî yên li Mêrdînê hatin dorfirehkirin
Walîtiya Mêrdînê, li "Herêmên Ewlekariya Taybet" ên li Nisêbîn, Qoser û Şemrexê ragihandibû, bi dehan herêmên ser bi navçeyên Mîdyad, Stewr û Kerboranê jî zêde kir û dema qedexekirinê jî heta 6 mehan dirêj kir. -
Li Êlih û Rihayê 83 binçavkirin, 10 girtin
Li Êlihê 83 kesên xwestin bibin mertalên zindî hatin binçavkirin. Li Rihayê jî 10 kes hatin girtin. -
Berxwedana gel, êrîş şikand
Li Geverê tîmên tevgera taybet duh bi şev hewl dan êrîşî Taxa Cûmhûriyetê bikin û di encama berxwedana gel de ev hewldana êrîşê hat şikandin. -
Şehîdên Pirsûsê û gerîlayên HPG'ê li Parîsê hatin bîranîn
Şehîdên Pirsûsê û welatiyên di êrîşên artêşa Tirk de jiyana xwe ji dest dan, li Parîsê hatin bîranîn. -
Însiyatîfa malbatên Pirsûsê ava bû
Malbatên ewlad, bav, dayik, hevser, xwişk û birayên xwe li Pirsûsê winda kirin, bi gotina "Bila dilên me ji bo edaletê lê bidin" Însiyatîfa Malbatên Pirsûsê ava kirin. Însiyatîf wê daxuyaniya xwe ya destpêkê sibe li Stenbolê bide. -
Li Hannoverê xebatên ji bo hilbijartinê didomin
Li bajarê Elmanya Hannoverê, xebatên Koordînasyona HDP'ê ya Hilbijartinê didomin. Di vê çarçoveyê de duh civînek hat lidarxistin. -
Komeleyên Herêmê, terora dewletê û komkujiya xwezayê şermezar kirin
Platforma Mafê Jiyanê ya Komeleyên Heremê, terora dewletê ya li Cizîrê û qirkirina xwezayê li Qada Galatasaray protesto kirin. Komeleyên Herêmê, gotin, “Em ê mirovatiya di hundirê xwe de nekujin.” -
‘Ewlekariya canê rojnamevanên Kurd nîne'
Encamnameya, konferansa bi serenava, “Tirkiye: Li welatekî qutubûyî de parastina maf û azadiya rojnamevanan” hat aşkerakirin. Di encamnameyê bal hat kişandin ku ji azadiya rojnamevanan bi fikar in. -
Kerestecîoglû, wêneyên îşkenceyê ji AKP'ê pirsî
Parlamentera HDP’ê Kerestecîoglû, pêşnûmepirsek der barê îşkenceya li hember 3 kesên ku tê îdîakirin HPG'yî ne da. -
Ji HDP û OSP'ê banga 1’ê Mijdarê
HDP û OSP’ê daxuyaniyek hevpar dan û di 1’ê Mijdarê de banga piştgiriyê kirin. -
Namzetên HDP’ê zelal bûn
Lîsteya HDP'ê ya parlamenteriyê zelal bû û lîsteya hilbijartina bihurî piranî hat pejirandin. Celal Dogan li Stenbolê û Yurdusev Ozsokmenler li Dîlokê bûn namzet û li Wanê jî Nadîr Yildirim namzet hat nîşandan. -
HDP'ê ji AKP’ê pirsî: Hûn ê li hember çapemeniya azad operasyonê bikin?
HDP'ê zextên li ser ajansa me DÎHA'yê û weşanê muxalîf bire rojava meclîsê. HDP'ê agahiyên dê operasyona li hemberî DÎHA'yê pêk bê û xebatkarên wê dê bên binçavkirin ji Wezîrê Ragihandin û Deryavaniyê Ferîdun Bîlgîn pirsîn. -
Li Marsîlyayê xebatên HDP'ê yên hilbijartinê
HDP, li bajarê Fransa Marsîlyayê, xebatên xwe yên ji bo hilbijartinên 1'ê Mijdarê didomîne. -
Avahiya HDP'ê ya Erzîromê rastî êrîşê hat
Li hemberî avahiya HDP'ê ya bajarê Erzîromê êrîşeke çekdarî hat kirin. -
Komên Selefî yên li Elmanyayê giraniyê didin ser kampên penaberan
DAIŞ, li pêş kampên penaberan ên li Elmanyayê propagandayê dike. Bêdengiya hikûmetê jî rastî nerazîbûnan tê. -
Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Demîr bi merasîmeke girseyî hat veşartin
Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Cemal Demîr (Delîl Koçer), bi merasîmeke girseyî ku bi hezaran kes lê amade bûn, hat veşartin. -
Polîsan li Silopiyayê ciwanekî din birîndar kirin
Li Silopiyayê, ji ber guleyên hêzên çekdar ên dewleta Tirk, ciwanê bi navê Abdulakadîr Karakaplan bi giranî birîndar bû. -
Divê Erdogan û AKP werin darizandin
Polîtîkaya şer a AKP û Erdogan di nava siyaseta Swêdê de tê nîqaşkirin. Parlamenterê Partiya Keskan Amîn û Partiya Çep a Swêdê diyar kirin ku Erdogan hiqûqa navneteweyî binpê dike û divê pêşî lê bê girtin.