Polîtîkaya şer a AKP'ê li Orebro hat şermezarkirin

Kurdistaniyên li bajarê Swêd Orebro dijîn, ku roja Sêşemê ji bo şermezarkirina desthilatdariya AKP'ê daketibûn qadan, di dawiya vê hefteyê de jî ji ber bomberdûmana qadên gerîla, cara duyemîn dewleta Tirk şermezar kirin.

Kurdistaniyên li bajarê Swêd Orebro dijîn, ku roja Sêşemê ji bo şermezarkirina desthilatdariya AKP'ê daketibûn qadan, di dawiya vê hefteyê de jî ji ber bomberdûmana qadên gerîla, cara duyemîn dewleta Tirk şermezar kirin.

Xwepêşandan li meydana navenda bajêr pêk hat û beşdaran wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên PKK, KCK û PYD'ê hilgirtin. Nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl û partiyên siyasî di axaftina li çalakiyê de polîtîkaya şer a hikûmeta AKP'ê şermezar kirin. Her wiha bang li PKK û dewleta Tirk kirin ku agirbestê îlan bikin û careke din li muzakereyê vegerin.

Parlamentera Partiya Karker a Sosyal Demokrat ku hevparê mezin ê hikûmetê ye Eva Lena Johnsson da xuyakirin, ku Erdogan ê di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de xewn û xeyala xwe ya serokatiyê winda kir, bi destpêkirina şerê li hemberî Kurdan re hewl dide tola têkçûna xwe ya 7'ê Hezîranê hilîne.

Johnsson da zanîn ku pirsgirêka Kurd bi çek û şîdetê çareser nabe û bang li PKK û hikûmeta AKP'ê kir ku agirbesteke du alî îlan bikin û ji nû ve dest bi hevdîtinên ji bo aştiyê bikin.

Serokê Rêxistina Partiya Çep a bajarê Orebro Kenet Kans da xuyakirin, ku ji destpêkirina şerê li Tirkiyeyê û mirina bi sedan mirovan, Erdogan berpirsyar e. Kans diyar kir ku di nava şert û mercên şer ên li Kurdistanê de hilbijartineke azad û adîl nepêkane bê kirin û ji saziyên navneteweyî xwest, ku hejmareke zêde endamên xwe weke çavdêrên hilbijartinê bişînin Kurdistanê.

Çalakî bi qîrîna dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Ji Kurdistanê re aştî, ji Ocalan re azadî" bi dawî bû.

...