Li Besançon û Montbeliardê civînên hilbijartinê yên HDP'ê
Li bajarên Besançon û Monbeliard ên departmana Doubs a li rojhilatê Fransayê, ji bo hilbijartinên 1'ê Mijdarê, du civînên girseyî hatin lidarxistin.
Li bajarên Besançon û Monbeliard ên departmana Doubs a li rojhilatê Fransayê, ji bo hilbijartinên 1'ê Mijdarê, du civînên girseyî hatin lidarxistin.
Li bajarên Besançon û Monbeliard ên departmana Doubs a li rojhilatê Fransayê, ji bo hilbijartinên 1'ê Mijdarê, du civînên girseyî hatin lidarxistin. Di civînan de saziyên Kurd, Elewî, Tirk û çep, li dijî 'dîktatoriyê' peyama xebateke hevpar dan.
Di civîna li bajarê Besançon de li ser navê komeleyên Kurd, Elewî, çep û xwendekaran nêz>î 200 kes amade bûn.
Nûnerê HDP'ê yê di civînê de mafê axaftinê wergirt anî ziman ku ji bo serketina hilbijartinên 1'ê Mijdarê divê xebateke bi hev re bê meşandin. Nûnerê HDP'ê bal kişand ser şerê dîktatoriya faşîst a AKP'ê daye destpêkirin û destnîşan kir ku ew dikarin rêjeyeke ji sedî 13'an zêdetir a dengan di hilbijartinên 1'ê Mijdarê de bi dest bixin. Nûnerê HDP'ê got, "Eger her hilbijêr kesekî bi xwe re bibe, ev rêje wê bi du qatan zêde bibe."
'NÛNERÊ RASTEQÎN Ê ELEWIYAN HDP YE'
Nûnerê Federasyona Yekîtiyên Elewiyan li Fransayê (FUAF) Hasan Bînîcî di axaftina xwe ya li civînê de diyar kir ku biryara wan a destekkirina HDP'ê ya di meha Adarê de weke saziyên Elewiyan girtin, ne tenê ji bo hilbijartinê ye. Bînîcî ragihand ku bi HDP'ê re 'yekîtiyeke stratejîk' heye û bibîr xist ku CHP'ê heta niha Elewî bi kar aniye.
'ROJ NE ROJA RAKETINÊ YE, ROJA HILWEŞANDINA DÎKTATORIYÊ YE'
Li ser navê Tevgera Piştgiriyê ya Ciwanan a Anatoliyê Sezen Can jî ragihand ku ji bo pêşeroja gelan tarî nebe, divê li hemberî dîktatoriya faşîst têkoşîn were meşandin. Can diyar kir ku ji bo aştî û demokrasiyê wezîfeya herî mezin dikeve ser milê ciwanan û bang li ciwanên Kurd, Tirk, Elewî û çepgir ên li Ewropayê kir, ku di bin sîwana HDP'ê de bicivin.
Di axaftina li ser navê ciwanan de hat gotin, "Roj ne roja raketinê ye, roja hilweşandina dîktatoriyê ye."
LI MONTBELIARDÊ KOMÎSYONA HILBIJARTINÊ YA JI 13 KESAN HAT AVAKIRIN
Li bajarê Montbeliardê jî, ku hejmareke zêde ya hilbijêran lê heye, di civîna hefteya bihurî re xebatên hilbijartinê yên HDP'ê destpê kir. Civîn bi beşdariya 50 kesî hat lidarxistin û xebatên ji bo hilbijêran werin meşandin hatin nirxandin.
Di civînê de weke hedef hat destnîşankirin ku ji bajarê Montbeliardê û derdora wê herî kêm 500 deng ji HDP'ê re bê derxistin û ji bo xwegihandina hilbêran jî komîsyonek ji 13 kesan hat avakirin.