Li Hannover û Gîessen AKP hat protestokirin
Polîtîkayên şer ên AKP’ê, li bajarê Hannover û Gîessen ên Elmanya hatin protestokirin.
Polîtîkayên şer ên AKP’ê, li bajarê Hannover û Gîessen ên Elmanya hatin protestokirin.
Polîtîkayên şer ên AKP’ê, li bajarê Hannover û Gîessen ên Elmanya hatin protestokirin.
HANNOVER
Li Hannoverê polîtîkayên krîmînalîzekirinê yên li ser xwedîderketina xwerêveberiyên li Bakurê Kurdistan, sazî û kesayetên Kurd ên li Tirkiye û Elmanyayê bi meşekê hatin şermezarkirin. Yekîtiya Hêza Demokratîk, komên antî-faşîst, Partiya Çep û Sendikaya Verdî jî piştgirî da meşê. Çalakiya ku beriya hefteyekê bi çalakiya kon destpê kiribû îro bi meşekê bi dawî bû.
Di axaftinên hatin kirin de hat diyarkirin ku tevayî raya giştî ya hestwar li hember faşîzma AKP’ê hewl dide nirxên gelan bi hev re ava kirine biparêzin.
Meş bi awayekî bê bûyer bi mîtîngekê bi dawî bû.
GÎESSEN
Li bajarê Gîessen ê Elmanyayê bi tevlîbûna hezaran ve meşek ji bo protestokirina tecrîda li ser Ocalan, terora dewletê ya li Cizîrê û Wanê û êrîşen li hember HDP’ê hat lidarxistin.
Navenda Civaka Demokratîk a Gîessen, Meclîsa Jinan a Berçem û pêkhateyên HDP’ê (Komeleya Êzidiyan, AKM a Gîessen, Yekîtiya Suryaniyên Ewropa ya Gîessen (ESU), Sîegen, Wetzlar, Lîmbûrg û Navendên Civaka Demokratîk a Gîessen tevlî meşê bûn. Her wiha endamên Partiya Çep û Antîfa jî tevlî meşê bûn. Meş di saet 16.00’an li Kîrchplatzê destpê kir, belavok hatin xwendin û belavkirin. Hevserokê Navenda Civaka Demokratîk a Gîessenê Şerîf Narman wiha axivî: “Em wekî Kurd û gelê li Ewropayê dijîn terora dewletê ya li hember Cizîrê û Wanê şermezar dikin. Em êrîşên li hember HDP’ê jî şermezar dikin û bila dewlet dest ji van helwestên xwe berde. Wan zextên wiha, nikare me ji têkoşîna me dûr bixe.”
Narman destnîşan kir ku pêwîst e tavilê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdûllah Ocalan bê rakirin û dest bi muzakereyan bê kirin.