El-Hadî: Kurd bi felsefeya Ocalan ji şoreşa Rojhilat Navîn re pêşengiyê dikin
Hevserokê Kantona Cizîrê Şêx Himêdî Deham El-Hadî diyar kir ku gelê Kurd pêşengiya şoreşa Rojhilata Navîn bi rêya felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dike.
Hevserokê Kantona Cizîrê Şêx Himêdî Deham El-Hadî diyar kir ku gelê Kurd pêşengiya şoreşa Rojhilata Navîn bi rêya felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dike.
Hevserokê Kantona Cizîrê Şêx Himêdî Deham El-Hadî diyar kir ku gelê Kurd pêşengiya şoreşa Rojhilata Navîn bi rêya felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dike û wiha got: “Nakokiyên di navbera aliyên Kurdî de bandora xwe li pêkhateyên din ên herêmê dikin, ji ber vê yekê divê hemû aliyên Kurdî nakokiyên xwe bidin aliyekî.”
Li rex kar û xebatên birêvebirina 6’emîn kongra Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ku li bajaroka Rimêlanê tê lidarxistin, Hevserokê Kantona Cizîrê Şêx Himêdî Deham El-Hadî beşdar bû û di axavtina xwe ya di kongreyê de diyar kir ku gelê Kurd bi rêya felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêşengtiya şoreşa Rojhilata Navîn dike.
El-Hadî di destpêka axavtina xwe de kongre li hemû beşdaran pîroz kir û wiha got: “Ji bo çareserkirina hemû pirsgirêkên civakî, aborî, siyasî û neteweyî gelê Kurd rêbazekî guncaw ku xwe dispêre felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan esas girtin û me jî ji aliyê xwe ve ev rêbaz qebûl kiriye.”
El-Hadî di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir ku gelên herêmê li ser destên dagirkeran û hêzên hegomonîk zulm û êşên mezin dîtine û wiha domand: “Li herêmê herî zêde gelê Kurd rastî zilm û îşkenceyê hatiye û herî zêde gelê Kurd li hemberî vê zilmê têkoşiyaye. Em niha di têkoşîna li dijî zilm û zordariyê piştgirî û alîkariya gelê Kurd dikin.”
El-Hadî wiha li axaftina xwe zêde kir: “Em niha di qonaxeke nû re derbas dibin. Pêşengtiya vê qonaxê partiyekî nû û fîlozof Abullah Ocalan dike. Teoriya ku Ocalan ji bo çareseriya hemû aloziyên Rojhilata Navîn pêşkêş kiriye, divê em hemû ji bo azadiya Rêber Ocalan têbikoşin.”
El-Hadî bal kişand ku yekîtiya gelê Kurd tê wateya yekîtiya hemû pêkhateyên herêmê û ji ber ku gelê Kurd pêşengtiya şoreşa Rojhilata Navîn dike, hemû nakokiyên gelê Kurd bandora xwe li hemû pêkhateyên herêmê dike û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Qonaxa ku em niha têre derbas dibin ji bo yekîtiya gelê Kurd derfeteke mezin e û nakokiyên derdikevin jî tê wateya windakirina vê derfetê, pêkhateyên Ereb, Suryan û yên din li herêmê baweriya wan bi gelê Kurd di pêşengtiya şoreşê de mezin e. Ji ber vê yekê hûn wekî gelê Kurd neçar in yekîtiya xwe ava bikin.”