Li rojavayê Fransayê bajarê Rennesê, di civînekê de berxwedana Cizîrê hat silavkirin. Rojnamevan Fûat Kav di axaftina xwe ya li vir de diyar kir ku divê her kes berxwedana li Bakurê Kurdistanê silav bikin.
Daxwaza xwerêveberiyê ya gelê li Bakurê Kurdistanê, li her welatên Kurd lê dijîn bi baldarî tê pêşwazîkirin. Kurdistaniyên li rojavayê Fransa bajarê Rennesê dijîn, di civînekê de li hev civiyan. Di civînê de rewşa dawî ya siyasî ya li Kurdistanê hat nrixandin û berxwedana Cizîrê hat silavkirin. Di civîna li Navenda Civaka Demokratîk de Rojnamevan Fûat Kav, ji nûnerên TJK-E Kiymet Kiliç û Hevserokê Meclîsa Gel a Demokratîk Fehmî Taştan weke qiseker amade bûn.
Kav di axaftina xwe ya li vir de bal kişand ser girîngiya berxwedana li Cizîrê û got, "Gelê Cizîrê bi berxwedaneke giştî re nîşanî her kesî da ku dixwaze xwe bi xwe bi rê ve bibe. Di encama vê berxwedanê û vîna bi vê berxwedanê re derket holê de, rejîma AKP'ê ya barbar neçar maye paşve gav biavêje. Tirkiye neçare li pêşberî vê berxwedanê paşve gave biavêje û demokratîkbûyînê bi pêş ve bibe." Kav hilbijartinên pêşwext ên 1'ê Mijdarê jî nirxand û bang li her kesî kir ku ji bo serketina HDP'ê bixebitin.