YHDS, di hilbijartinên Meclîsa Federal a Swîsreyê de namzetên destekê bide wan aşkera kir

Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk li Swîsreyê (YHDS) aşkera kir ku wê di hilbijartinên Meclîsa Federal a Swîsreyê yên 18'ê Cotmehê de destekê bide kîjan namzetan.

Pêkhateyên Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk li Swîsreyê (YHDS) bi daxuyaniyeke nivîskî ya hevpar re aşkera kir ku wê di hilbijartinên Meclîsa Federal a Swîsreyê yên 18'ê Cotmehê de destekê bide kîjan namzetan.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin, ku di hilbijartinê de wê desteka yekser ji ti partiya siyasî re neyê dayîn û hat destnîşankirin, ku wê li gelek kantonan, destek ji hin namzetên parlamenteriyê yên ku heta niha ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û demokratîkbûyîna Tirkiyeyê bi hesasî tevgeriyane û xuyaye wê ji niha û pê ve jî heman nêzîkatiyê nîşan bide, were dayîn.

Di daxuyaniya bi îmzeya Navendên Civaka Demokratîk ên Kurd li Swîsreyê (DEM-KURD), Federasyona Karkerên Tirkiyeyî, Federasyona Karkerên Koçber li Swîsreyê, Federasyona Komeleyên Elewiyan li Swîsreyê, Federasyona Elewiyan a Demokratîk, Federasyona Gelan a Demokratîk li Swîsreyê, Dîaspora Êzidiyan li Swîsreyê, Yekîtiya Suryaniyên Ewropayê li Swîsre û Partiya Ji nû ve avakirinê ya Sosyalîst de, ev xal hat destnîşankirin:

"Weke ku tê zanîn di 18'ê Cotmeha 2015'an de, wê li Swîsreyê hilbijartinên Parlamenteriya Meclîsa Federasyon û hilbijartinên Rêveberiya Dewletê bên kirin. Ev hilbijartinên bên kirin, yekser me jî eleqedar dikin. Ji bo ku em di polîtîkayên li ser koçberan de bi bandor bin, mecbûriyeteke ku em di hilbijaritnan de helwesta xwe diyar bikin.

Li ser vê bingehê, weke Platforma Pêkhateyên Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk li Swîsreyê, ku Kurd, Elewî, Suryanî, Êzidî, bawerî û neteweyên cuda, çep û sosyalîstên Tirkiyeyî yên li ser pîvanên azadî, demokrasî û biratiyê em li hev kom bûne, me biryar dan ku destekê bidin hin namzetên heta niha ji hin aliyan ve destek dan me û soz da ku wê ji niha û pê ve jî bi awayekî aktîf heman xebatên xwe bimeşînin."

Di daxuyaniya ku namzetên parlamenteriyê yên werin destekkirin û bendewariyên ji wan hatin aşkerakirin de, wiha hat gotin:

"Em welatiyên ku ji ber sedemên ji neçarî hatine Swîsreyê û li vir dijîn û xwe birêxistin kirine, pêwîste li hemberî polîtîkayên qetlîamker û antî demokratîk ên rejîma faşîst a Tirk li hemberî derdorên sosyalîst, demokratîk, kedkar, Elewî, Suryanî, Ermenî, Kurd bi kurtasî li hemberî hemû alternatîfên sîstemê nîşan dide, helwesta xwe diyar bikin.

Pêwîste derdorên cuda yên etnîk, çandî û mezhebî yên li Swîsreyê ji aliyê azadî û çanda xwe ya cihêreng ve bên qebûlkirin, projeyên wan werin destekkirin û bi van derdoran re kar û xebatên hevpar werin meşandin.

Girîng e Swîsre, firotina çekan ji bo Tirkiyeyê û hemû welatên din ên şer lê hene bisekinîne, her wiha ji ber krîza li Sûriyeyê û tevahiya Rojhilata Navîn Swîsre tevkariya xwe ya mehane ya li bernameya xwedîkirinê ya UNO bi sê qatan zêde bike û ji bo vê yekê têkoşîn bê meşandin.

Ji bo sekinandina şerê qirêj ê dewleta Tirk a faşîst li Kurdistanê dimeşîne û ji bo jiyaneke li ser bingeha demokratîk, azad û wekhev a gelan, zext li dewleta Tirk bê kirin. Ji bo di navbera dewleta Tirk û PKK'ê de navbeynkarî were kirin, zext bê kirin û ji bo vê jî xebat were meşandin.

Pêwîste hemû astengiyên li Swîsreyê yên li pêşiya koçberan werin rakirin, sûdwergirtina ji xizmetên welatîbûnê bê hêsankirin û li dijî polîtîkayên cihêkarî û nîjadperestiyê were rawestîn. Di vê nuqteyê de divê hebûna Misilmanan û Elewiyan bi awayekî fermî werin naskirin, mafê perwerdeya bi zimanê dayikê ji koçberan re bê naskirin û li ser vê bingehê li kantonan dibistan werin vekirin, derfet bên pêşkêşkirin. Ji bo rakirina astengiyên li pêşiya mafê hilbijartinê ya koçberan, têkoşîn were dayîn.

Li dijî zexta ji ber bawerî û nasnameya mirovan li mirovan tê kirin, pêwîste têkoşîn bê meşandin. Li welêt, ji bo her kesê bixwaze mafê cotwelatîbûnê bê naskirin û di vê oxirê de hewldan bên kirin.

Dîplomayên koçber û penaberan ên li welatên jê hatine bên naskirin, ji bo karibin li Swîsreyê bi pîşeyê xwe jiyanekê ji xwe re bide avakirin polîtîka bê afirandin û ev yek were destekkirin.

Em bang li hemû hilbijêrên Kurdistanî û Tirkiyeyî yên li Swîsreyê xwedî statuya welatîbûnê ne dikin, ku di hilbijartinan de destekê bidin partiyên siyasî û namzetên parlamenteriyê yên heta niha destek dane van daxwazên me û soz dane ku wê ji niha û pê ve jî heman helwestê nîşan bidin."

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku beriya her tiştî divê namzetên ji Kurdistan û Tirkiyeyê yên namzetên Meclîsa Federal Mûstafa Atici, Sîbel Arslan, Haşim Sancar werin destekkirin.

Di dewama daxuyaniyê de lîsteya namzetên li kantonan werin destekkirin, hat aşkerakirin. Lîste bi vî rengî ye:

NAMZETÊN MECLÎSA FEDERAL ÊN WERIN DESTEKKIRIN

BASEL: Mûstafa Atici, Sîbel Arslan, Beat Jans, Kerstîn Wenk
BASELLAND: Sûsanne Leûtenegger  
BERN: Haşim Sancar, Margret Kîener Nellen, Alexander Tschaeppaet
CENEVRE: Carlo Sammarûga , Jean Batoû, Manûel Tornare,  Gîûlîa Willig, Zoe Bon, Francoîs Lefort
LAUSANNE: Jean Mîchel Dolivo, Cesla Amarelle, Ada Marra, Nîcolas Rochet Fernandez, Îlîas Panchard
FRIBOURG : Jean-Francoîs Steîert
ZURICH : Martîn Naef, Jacqueline Fehr, Balthasar Glaetlî
ARGAU: Cedric Wermuth, Yvonne Ferî
NEUCHATEL: Florence Nater 
TESSIN:  Marîna Carobbîo Gûscettî, Gîanluca  Bîanchi, Leonardo Schmîd, Nîcolette  Gîanella, Fabrîzîo Sirica
St. GALLEN: Yvonne Gîllî, Barbara Gysî

NAMZETÊN KONSEYA DEWLETÊ YÊN WERIN DESTEKKIRIN

CENEVRE: Lîlîane Mary Pasquîer, Robert Cramer 
FRIBOURG: Chrîstîan  Levrat
NEUCHATEL: Dîdîer Berberat, Denîs de la Reûssîlle 
LAUSANNE: Lûc  Recordon