Tarik Karaman li Îzmîrê hat defnkirin
Cenazeyê girtiyê edlî Tarik Karaman ê li girtîgeha Tîpa T a Fethiyê hat îdîakirin ku xwe şewitandiye, li navçeya Menemena Îzmirê hat definkirin.

Girtiyê edlî yê bi navê Tarik Karaman ku ji ber sûcê "gaspê" li Girtîgeha Tîpa T ya Fethiye ya Muglayê dima û ji 14'ê Îlonê pê ve bi hinceta ku zirarê dide xwe di hucreyê de dima, bi îddîaya ku şeva 16'ê Îlonê zimanê jêkiriye û xwe şewitandiye rakiribûn Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Zanîngeha Sitki Koçman, duh jiyana xwe ji dest dabû. Lê malbata Karaman, bawer nake ku kurê wan xwekuştiye û diyar kirin ku ji roja hatiye vê girtîgehê pê ve di bin zext û îşkenceyan de bûye. Piştî cenazeyê Tarik Karaman ji nexweşxaneyê wergirtin li Goristana Asarlikê ya Menemena Îzmirê hat definkirin.