Li Elkê, topa leşkeran li malekê ket
Topa hawanê ya ji Fermandariya Alayê ya Elkî hat avêtin li malekê ket û ji ber vê êrîşê gelek kes birîndar bûn.
Topa hawanê ya ji Fermandariya Alayê ya Elkî hat avêtin li malekê ket û ji ber vê êrîşê gelek kes birîndar bûn.
Li navçeya Şirnex Elkê, yek ji topên hawanê yên ji Fermandariya Alayê ya Elkê hatin avêtin li mala Mecît Ataman ket. Hat ragihandin ku di bûyerê de, welatiyên di malê de birîndar bûne.
Li navçeya ku operatorên GSM qut bûye, der barê rewşa birîndaran de agahiyeke zelal nayê bi dest xistin.
Ambûlansa ku ji bo birîndaran çû herêmê jî, hînê venegeriya ye.