Glasenapp: Yekane alternatîfa ber bi çav Rojava ye

Li Saarbruckenê, li ser bûyer û qewimînên li Rojava û gelemperiya Kurdistanê panelek hat lidarxistin.

Li bajarê Elmanya Saarbruckenê, Komîsyona Têkiliyên Derve ya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK), ji bo raya giştî ya Elman panelek organîze kir. Di panela bi serenavê "Demokrasî yan jî dînîtiya olî?" de, berpirsyarê Rojhilata Navîn ê Rêxistina Medîco Înternatîonal Martîn Glasenapp weke qiseker amade bû.

Hevseroka NCDK a Saabruckenê Dîlan Akdogan axaftina vekirinê kir, bal kişand ser rola diyarker a Kurd di pêvajoya heyî de dilîze û destnîşan kir ku divê piştgiriya navneteweyî xurttir bibe.

'ROJAVA JI BO KURDAN XALA WERÇERXÊ YE'

Glasenapp jî rewşa dawî ya li Kurdistanê nirxand, bal kişand ser girîngiya Şoreşa Rojava û got, "Yekane alternatîfa ber bi çav û perspektîfa alîgirê wekheviyê, xweseriya demokratîk e." Glasenapp ragihand, ku Şoreşa Rojava ji bo Kurdan xala werçerxê ye. Glasenapp destnîşan kir ku xweseriya demokratîk, perspektîfeke ku gelek ol û etnîsîteyê di nava xwe de vedihewîne ye.

Glasenapp, şerê ku AKP'ê piştî têkçûna hilbijartinê li Bakurê Kurdistanê da destpêkirin jî nirxand û da zanîn ku Berxwedana Kobanê, di vir de xwedî bandor e. Glasenapp diyar kir ku Rojava ji bo Tirkiyeyê weke 'modela tehdîtê' tê dîtin.

Glasenapp herî dawî mijara krîza penaberiyê nirxand û da xuyakirin ku dewleta Tirk di rewşa heyî de vê krîzê li hemberî Ewropayê weke pêngaveke siyasî bi kar tîne. Glasenapp got, "Dibe ku Ewropa di gelek mijara de careke din Kurdan ji nedîtî ve bê û ji bo Tirkiye hîn bêhtir penaberan neşîne, bi Tirkiyeyê re hevkariyê bike." Glasenapp anî ziman ku ji gelek welatên din mirovan xwe li Rojava girtine û got, "Ji ber ku Rojava perspektîfa demokratîk pêşkêş dike."

...