Li Stockholmê çalakiya aştiyê ya Elewiyan

Konfederasyona Yekîtiyên Elewiyan li Ewropayê, bi şiyara "Tevî hemû bûyer û qewimînan jî em dibêjin aştî" li paytexta Swêd Stockholmê çalakiyek lidar xist.

Çalakgeran li Meydana Sergelê pankart û dowîzên ji nivîsên bi Kurdî, Swêdî û Tirkî daliqandin û ji bo biratiya gelan û aştiyê find pêxistin.

Endamê Desteya Rêveber a Konfederasyona Yekîtiyên Elewiyan li Ewropayê Ozan Alî Çagan, di axaftina xwe ya li vir de, polîtîkaya şer a Erdogan û Hikûmeta AKP'ê bi tundî rexne kir. Çagan banga agirbesta du alî û vegera li muzakereyê kir.

Çagan got, "Erdogan ê di dema hilbijartinê de 400 parlamenter xwest û çavê wî lê bû dîktatoriya xwe ebedî bike, dema di hilbijartinan de encama dixwest bi dest nexist, şer îlan kir."

Çagan bal kişand ser êrîşên AKP'ê yên li hemberî Cizîrê û ragihand, ku ji ber van êrîşan Cizîr veguherî Kobanê û li navçeyê gelek sivîl hatin qetilkirin. Çagan destnîşan kir ku berpirsyarê ji nû ve destpêkirina şer, Erdogan e û da zanîn ku ji vê polîtîkaya şer a Erdogan ne tenê Kurd, Tirk û gelên din jî zerarê dibînin.

Çagan ragihand, ku yên li hemberî şer bêdeng dimînin wê li pêşberî dîrokê hesap bidin û bang li Elewiyan, Kurdan, Tirkan û hemû bindestan kir, ku di hilbijartinên 1'ê Mijdarê de destekê bidin HDP'ê.

Li dû axaftinan, xwepêşandêr dirûşmên bi zimanên Kurdî, Swêdî û Tirkî qîriyan.