Di Desteya Giştî ya KNK’ê de banga ‘xwedîderketina li Kobanê’
Nûnerê Kantonên Rojava Omer ê di Desteya Giştî ya KNK’ê de axivî, got ku pêwîst e di desteyê de ji bo ji nû ve avakirina Rojava û Kobanê biryara kampanyayekê derkeve. Omer berxwedana gelê Bakur silav kir.
ANF
BRUKSEL
în, 25 rezberê 2015, 17:56
Di Desteya Giştî de bangên yekîtiya neteweyî û desteka ji HDP’ê re hat kirin. Endamê Konseya Rêveber a KNK’ê Aydar înfazên ku dewletê li Elkê pêk anîn şermezar kir.
15. Desteya Giştî ya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK)’ê li paytexta Belçîka Bruksel bi tevlîbûna sedan endaman didome.
AYDAR: EM ÊRÎŞA ELKÊ ŞERMEZAR DIKIN
Endamê Konseya Rêveber a KNK’ê Zubeyir Aydar li Elkê qetilkirina 4 sivîlan ji aliyê artêşa Tirk ve şermezar kir. Aydar got: "Em li vir ku ji bo çareseriya pirsgirêkên neteweyî yên Kurdan û yekîtiya wan kom bûne, dijminên me îro êrîşî gelê me dikin. Ji şevê din ve polîs û leşkerên Tirk êrîşî navçeya Elkê ya Şirnexê dikin. Di encama van êrîşan de 4 sivîl hatin qetilkirin. Em van êrîşan şermezar dikin… Gelê Elkê ne bi tenê ye. Artêş û polîsên Tirk bi hêzeke mezin êrîşî gelê me dikin. Em êrîşa li hember gelê Bakurê Kurdistan şermezar dikin û berxwedana gelê me silav dikin. Li bajarê Helebê yê Sûriyeyê jî li hember taxên Kurdan êrîş hene. Li hember van êrîşan ancax bi yekîtiyê em dikarin rawestin.
OMER: EM CIZÎRÊ SILAV DIKIN
Nûnerê Kantonên Rojava, Wezîrê Karên Derve yê Kantona Cizîrê Abdulkerîm Omer ê di Desteya Giştî ya KNK’ê axivî got: “Ez di şexsê şehîdên Cizîra ku Kobanêya Bakurê Kurdistanê ye tevayî şehîdên Kurdistan bi bîr tînim.
'JI BO JI NÛ VE AVAKIRINÊ PÊWÎST E BIRYARA KAMPANYAYÊ DERKEVE'
Omer diyar kir ku Desteya Giştî ya KNK’ê di demek girîng û dîrokî de pêk tê û wiha berdewam kir: “Dema şerê navxweyî li Sûriyeyê derket, me Kurdan jî pozîsyona xwe girt, ji bo azadiya gelê xwe me têkoşîna xwe kir. Di encama vê têkoşînê de di dawiya sala 2014’an de me bi fedakariyên mezin giştî kantonên xwe rizgar kir û pê ve têkîldar jî me DAIŞ têk bir. Wekî bi rêz Cemîl Bayik jî anî ziman, her çiqasî serketinên mezin jî hebin, xeterî jî hene. Gelek rêxistinên Kurd û dost ji bo rizgariya kantonan soz dan me, lê sozên xwe bi cih nanîn. Divê KNK’e vê rolê bi bîra her kesî bixe. Pêwîst e di vê desteyê de ji bo ji nû ve avakirina Rojava û Kobanê biryara kampanyayê derkeve.”
'EM XWESERIYÊ PÎROZ DIKIN'
Omer bal kişand ser xwerêveberiyên Bakurê Kurdistanê jî û wiha got: “Piştî Girê Spî hate rizgarkirin, AKP’ê zêdetir êrîş kir. Bersiva gelê me û gerîlayên me yên Bakur hêzek pir mezin da me. Em jî xweseriya wan pîroz dikin. Li Başûr jî êrîşên DAIŞ’ê hene. Di nava rêxistinan de pirsgirêk hene. Ez hêvî dikim ku ew ê jî berjewendiyên xwe yên ferdî taloq bikin. Bila yekîtî zêde bibin.”
BAPÎR: DIVÊ EM DAWÎ LI PARÇEBÛNÊ BÎNIN
Serokê Komela Îslamî ya Kurdistanê Alî Bapîr, yekîtiya neteweyî derxist pêş û wiha got: “Di vê demê de li Rojhilata Navîn tevahî gelan mafên xwe yên neteweyî bi dest xistine. Lê, em Kurd hê jî gelek parçe ne. Kurd di destpêka sedsalê de ji aliyê dewletên rojavayî hatin parçekirin. Ev hê jî didome. Êdî divê em dawî li vê bînin. Pêwîst e em giştî partî û rêxistinên Kurdan bên gel hev û yekîtiyekê çêbikin. Tenê wê pirsgirêkên me wiha çareser bibin.”
AHMEDÎ: DIVÊ LI HEMBER KESÊN DIJÎ YEKÎTIYÊ HELWEST HEBIN
Haci Ahmedî di axaftina xwe de mînak ji dîroka Kurdistanê dan û wiha got: “Êdî pêwîst e yekîtiyek çêbibe. Divê em li hember partî û rêxistinên ku li hember yekîtiyê li ber xwe didin, xwedî helwest bin.”
HALKAWT: DIVÊ PIŞTGIRIYA HDP’Ê BÊ KIRIN
Nûnerê Goranê Rawaz Halkawt der bir ku Desteya Giştî ya KNK’ê ji bo Kurdistan û Rojhilata Navîn girîng e û wiha berdewam kir: “Li hember Kurdistanê êrîş heye. Li Kobanê û Başûrê Kurdistanê parastina ku gerîla, YPG, YPJ û pêşmerge bê yekîtî dikare çi encamê derxe nîşan dide. Ji bo vê divê yekîtî bê avakirin, bi her awayî bê avakirin.” Halkawt bang li giştî partiyên Kurdan kir ku piştgiriyê bidin HDP’ê.
EBDÛLLAH: DIVÊ HER KES BERPIRSIYARTIYA XWE PÊK BÎNE
Nûnerê YNK’ê Arez Ebdûllah jî destnîşan kir ku divê tavilê yekîtiya neteweyî ya Kurdan bê avakirin û ji bo vê jî pêwîst e her kes berpirsiyartiyên xwe pêk bîne.