Elewî li Fransayê li dijî konsepta şer a AKP'ê kom bûn
Di çalakiyên Elewiyan ên li Fransayê de polîtîkaya şer a AKP'ê hat şermezarkirin. Elewiyên li bajarên Lyon û Lorîentê li hev kom bûn dan xuyakirin, ku Erdogan û AKP di şexsê Kurdan de hemû gelan hedef digirin.
ANF
NAVENDA NÛÇEYAN
în, 25 rezberê 2015, 10:58
Di çalakiyên Elewiyan ên li Fransayê de polîtîkaya şer a AKP'ê hat şermezarkirin. Elewiyên li bajarên Lyon û Lorîentê li hev kom bûn dan xuyakirin, ku Erdogan û AKP di şexsê Kurdan de hemû gelan hedef digirin.
LYON
Di mîtînga aştiyê ya Lyonê de, hat xwestin ku pêşî li êrîşên AKP û Erdogan ên li hemberî Kurdan bê girtin.
Mîtînga ji aliyê Navenda Çandê ya Elewiyan ve hat organîzekirin, li meydana herî qelebalix a bajêr pêk hat. Di daxuyaniya li mîtîngê de bal hat kişandin ser şerê di dema dawî de ji ber konsepta şer a hikûmeta AKP'ê diqewime. Hat ragihandin AKP û Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan, ji ber têkçûna xwe ya di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de dixwazin her kesên li pêşiya 'sîstema serokatiyê' bûne asteng, tine bikin.
Hat destnîşankirin ku AKP û Erdogan bi şêweyekî ku li nirxên exlaqî û hiqûqê nayê, êrîşî Kurdan dikin û hat gotin, "Ya ku îro li Tirkiyeyê ji aliyê Erdogan ve tê kirin, darbeyeke sivîl e û bi vê darbeyê re bicihanîna sîstema serokatiyê ye. Eger ev darbeya sivîl neyê sekinandin, divê neyê ji bîr kirin ku wê êş û felaketên mezintir rû bidin."
Di mîtîngê de pêkhateyên HDP'ê jî amade bûn.
LORÎENT
Li rojavayê Fransayê bajarê Lorîentê jî, Komeleya Çanda Elewiyan a Morbîhanê bi awayekî girseyî daxuyaniyek da çapemeniyê û daxwaza xwe ya aştiyê bilêv kir. Daxuyanî ku êvarê li navenda bajarê Lorîentê hat dayîn û tevî Kurdistaniyan, Tirkiyeyiyên li bajêr jî tevlî çalakiyê bûn.
Di çalakiya ku ji bo aştiyê find hatin vêxistin de, israra Erdogan û AKP'ê ya di şer de hat protestokirin.
NERAZÎBÛNA LI YEKÎTIYA EWROPAYÊ
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku dewleta Tirk a mêtînger careke din li hemberî gelê Kurd ê ji bo azadiya xwe li ber xwe dide dest bi şerê qirkirinê kiriye û bêdengiya Yekîtiya Ewropa û civata navneteweyî ya li hemberî vê rewşê, hat şermezarkirin.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, ku tevî hemû polîtîkayên qirêj jî, wê di şexsê Kurdan de aştî û biratiya gelan qezenc bikin û hat xwestin, ku şer tavilê bê bidawîkirin.