Bîlgen: Eger sindoq bê veguhastin wê darbe biçe serî!

Ayhan Bîlgen da xuyakirin ku sîstema veguhastina deng a AKP'ê, wê pêbaweriya hilbijartinê ji holê rake û darbeyê bibe serî. Bîlgen destnîşan kir ku tevî vê yekê jî wê dengê wan zêde bibe û bang li hilbijêran kir ku bibin endam/aê desteya sindoqê.

Hikûmeta AKP'ê û Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan, ji bo di hilbijartinên 1'ê Mijdarê yên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê dengên HDP'ê kêm bikin, planên nû xistine dewrê. Di vê çarçoveyê de ji bo li hin herêmên Kurdistanê sindoq neyên danîn û sîstema 'veguhastina deng' bi cih were anîn, hewldan tên kirin. HDP û raya giştî ya berfireh di wê baweriyê de ne, ku ev pêkanîn li dijî demokrasî û hiqûqê ye.

Berdevê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ayhan Bîlgen, sîstema 'veguhastina deng' a bi fermana Erdogan re tê xwestin di hilbijartinên giştî yên 1'ê Mijdarê de bi cih were anîn, ji ANF'ê re nirxand.

'TI QÎMETA HILBIJARTINÊ NAMÎNE!'

Bîlgen diyar kir ku sîstema qala wê tê kirin, veguheriye mekanîzmayek yekser ji aliyê Erdogan ve bi waliyan tê meşandin û ev xal destnîşan kir:

"Mîna salên 90'î zext li desteyên hilbijartinê tê kirin ku di vî warî de biryarê bidin, lê belê ji aliyê destûra bingehînî ve tê zanîn ku ev biryar bi tenê dikare ji aliyê Desteya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) ve were dayîn. Xuyaye niyet û plana wan ew e, di vî warî de zextê li YSK bikin û hewl bidin biryareke wiha bidin derxistin. Diyar e ya ku Erdogan têr bike; bikaranîna dengê vekirî û jimartina veşartî ya dengan e."

Bîlgen anî ziman ku Erdogan plan xistiye dewrê ku nehêle encameke ne bi dilê wî be ji sindoqan derkeve û destnîşan kir ku ev yek wê nîşan bide li Tirkiyeyê teamûlên demokratîk û pêbaweriya hilbijartinan nemaye.

'DAXWAZA PÛTÎN ÎROKÎK BÛ'

Bîlgen bendewariya Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn bibîr xist, ku di hevdîtina bi Erdogan re jê re di hilbijartinan de serketin xwest û got, "Pûtîn, li ser 'bêalîbûna' hlibijartinê, peyameke îronîk da. Erdogan ji destpêkê ve xwe weke berpirsyarê sereke, diyarkerê sereke yê vê pêvajoyê dibîne. Hilbijêr jî berevajî vê nêzîkatiyê, Erdogan weke gefekê dibînin."

Ayhan Bîlgen da xuyakirin ku gelê Kurd di nava her şert û mercên zehmet û zextê de vîna xwe ya siyasî di sindoqan de nîşan daye û axaftina xwe wiha dewam kir:

'KURD DI NÎŞANDANA VÎNA XWE DE SERKETÎ NE'

Kurd di nîşandana vîna xwe ya siyasî de her tim serketî ne. Bêguman AKP dixwaze tevlîbûnê kêm bike, mirovan bêzar bikin û bi vî rengî veguherîne rewşeke zehmet. Lê belê di pratîkê de ev yek bi ser nakeve. Mîrov gelekî hişyar û baldar in; hay jê hene ku ev yek bi kîjan armancê tê kirin. Bi dîtina min ev hewldan wê li xwediyê xwe vegere. Li gorî min, wê ev yek bibe sedem ku dengên me yên li bajarên rojava, zêdetir bibin. Ji ber ku tê dîtin ku ev plan ji bo hiştina HDP'ê di binê bendê de, hewldaneke operasyonel e. Xuyaye psîkolojiyeke serî li ber vê bitewîne ya civakê nîne.

'WÊ DARBE ÇÛBE SERÎ!'

Heta ku YSK biryareke pîvanî wernegire, di roja dawî de bi hin dek û dolaban re afirandina rewşeke pratîkî nepêkane. Eger YSK ji niha ve rabe biryareke pîvanî ya dawî û serê wê vekirî werbigire, wê hilbijartinan bixe rewşeke bi qusûr. Eger hûn nikaribin li cihekî hilbijartinê bikin, wê çaxê her tiştê we mijara nîqaşê ye. Haya civakê ji vê heye; Erdogan ê ku nerazîbûna li civakê, meş-xwepêşandana demokratîk li hemberî xwe weke 'hewldana darbeyê' dibîne, bi vî rengî fêm dike û weke alternatîfa sindoqê dibîne, niha veguheriye feraseteke ku hilbijartinê, sindoqê tine dihesibîne û bûyer gefek. Ev yek tesfiyeya hemû hêmanên demokrasiyê yên li Tirkiyeyê ye. Eger em ê nikaribin li rojnameyê nivîsê binivîsînin, nikaribin li kolanan xwepêşandanê lidar bixin û niha jî nikaribin biçin ser sindoqan û xwe îfade bikin, wê demê darbe wê çûbe serî!"

Bîlgen anî ziman ku ew bawer e wê hilbijêr xwedî li dengên xwe derkeve, di kampanya hilbijartinê de bi biryardarî tevbigere û ev tespît kir: "Li bajarên rojava êrîşên li hemberî Kurdan û avahiyên HDP'ê, li rojhilatê welêt jî veguhastina sindoqan parçeyek ji hewldanên temamkirina operasyonên li herêmê ye. Çawa ku li cihên dengê bilind lê hatine bidestxistin astengiyên bi vî rengî tên derxistin, li Anatoliya Navîn, Ege û Derya Reş jî hewldanên ku xebatên HDP'ê weke rîsk nîşan didin, di meriyetê de ne. Der heqê van êrîşan de ti lêpirsîneke cidî û hêja nehatiye meşandin û encam ji wan derneketiye. Ev yek jî nîşan dide ku êrîş bi zanebûn, rêk û pêk û ji bo hilbijartinê tên kirin."

BANGA 'BIBIN ENDAMA/Ê DESTEYA SINDOQÊ' LI HILBIJÊRAN HAT KIRIN

Berdevkê HDP'ê Ayhan Bîlgen herî dawî bang li hilbijêran kir ku bibin endama/ê desteya sindoqê: "Ji bo bûyîna endama/ê desteya hilbijartinê hewldanên ji bo çend rojan divê. Pêwîste rojên mayî baş werin nirxandin. HDP cara yekemîn bû xwedî wî mafî ku di desteya sindoqê de bibe xwedî endam. Muşahît-çavdêrî cuda ye; bi tenê dikare li dij derkeve. Lê niha tevî mafê dijderketinê, xwedî mafê biryardayînê ye. Ev yek gelekî girîng e. Ji bo xwedîderketina li dengên hilbijêran, xwedîderketina li vîna hilbijêran, em bang dikin ku li her devera Tirkiyeyê vê wezîfeyê hilgirin ser milê xwe."