Bayik: Ji bo yekîtiya neteweyî, taybetmendiya demokratîk girîng e

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik di peyama ji 15. Desteya Giştî ya KNK’ê re şand got: “Ji bo yekîtiya neteweyî, taybetmendiya demokratîk girîng e."

 

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik di peyama xwe ya ji 15. Desteya Giştî ya KNK’ê re şand got: “Ji bo yekîtiya neteweyî, taybetmendiya demokratîk girîng e. Pêwîst e nêzîkatiyeke hemû hêzên siyasî û îradeya partiyên Kurd nas dike esas were girtin û nêzîkatiya hegemonîk dernekeve holê.”

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik ji bo 15. Desteya Giştî ya KNK’ê peyamek şand. Bayik di peyama xwe de got: “Ji bo yekîtiya neteweyî, taybetmendiya demokratîk girîng e. Pêwîst e nêzîkatiyeke hemû hêzên siyasî û îradeya partiyên Kurd nas dike esas were girtin û nêzîkatiya hegemonîk dernekeve holê.”

Peyama Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik wiha ye:

“Em we hemûyan bi rêz silav dikin û di xebatên we de serkeftinê dixwazin. Bi salan e we xebatên pir girîng meşand. Hewldanên we yê li Kurdistanê ji bo afirandina yekitiya neteweyî çêbû û ev hewldanên we ji bo hemû parçeyên Kurdistanê encamên girîng derxist holê. Dîroka me ya Têkoşîna Azadiyê ku li hemû perçeyan serkeftinên mezin bi dest xistiye, wê ev hewldanên we bi erênî bi bîr bîne.

Em ji pêvajoyekê ku ji bo dîroka gelê Kurdistan him derfetên mezin û him jî xetereyên mezin di nava hev de tên jiyandin re derbas dibin. Ev jî berpirsyariyên dîrokî dide ser milên me.

Di sedsala 20’emîn de gelê Kurd bi çar parçeyan ve hatin perçekirin û di bin mêtingeriya komkujiya çandî de xwestin tune bikin. Wisa nêz bûn ku; wekî li Rojhilata Navîn bi navê Kurd gelek tune ne. Mêtingerên komkujiya çandî polîtîkayeke ku wekî tunekirina Kurdan mafê wan e meşandine. Di encama van polîtîkayan de Kurd bi xetereya tunebûnê ve rû bi rû man. Li hemberî vê gelê me li çar perçeyên Kurdistanê bi berdêlên giran têkoşîneke mezin meşandine.

Kurd îro di encama vê têkoşînê de xwe rêxistin kirine û li her parçeyan mewziyên girîng bi dest xistine. Bi vî rengî gelê me di dîroka xwe de gihaştine rewşa herî bi rêxistinî û têgihiştî. Ev pêşketin ji bo gelê me nirxeke pir mezin e. Hêza herî mezin a gelê me ji vê rêxistinbûn û têgihiştina wê ve çavkaniya xwe digire.

Di pêvajoyekê ku statukoya li ser mirina Kurdan hatibû avakirin têk diçe û li Rojhilata Navîn lêgerînên statuko û pergalekê nû heye de gelê me di encama têgihiştin, rêxistinî û têkoşîna xwe de gelek mewzî bi dest xistine û pêvajoyê bi rengî pêşwazî dike. Kurd di encama têkoşîneke mezin de gihaştine vê rewşê. Ne mumkun e ku Rojhilata Navîn carekî din vegere rewşa xwe ya berê. Lê belê rewşa nû jî xwe bi xwe li gorî berjewendiyên Kurdan wê pêş nekeve. Bêguman Kurd li gorî berê di rewşeke baştir de ne. Lê belê divê mirov bizanibe ku ev rewşa baş, encax bi îdeolojî, polîtîka, rêxistinbûn û têkoşîneke li gorî şertên nû yên siyasî dikare li gorî berjewendiyên Kurdan encam bide.

Di vê pêvajoyê de her kes hewl dide derfetên xwe bi awayekî herî baş bi kar bîne û xwe bîne rewşa erênî. Ji ber ku di vê pêvajoyê de nirxandina derfetan û xwe kirina hêz, tê wateya di hevsengiya nû ya tê avakirin de bibe xwedî cihekê bi bandor. Ev pêvajo, pêvajoya têkoşîneke têr û tijî ye. Pêvajoyekê ku her kêliya wê bi têkoşînê ve derbas dibe tên jiyankirin. Di vê pêvajoyê de kesên ku nikaribin derfetan baş binirxînin û nikaribin hemle bikin, wê winda bikin; lê belê kesên karibin derfetan baş binirxînin, hêz û wêrekiya hemlekirinê pêş bixînin wê bi ser kevin. Tarza serkeftî ya vê demê tarza hemleyan e. Kesên ku di vê pêvajoyê de tenê temaşe bikin an jî newêrek tevbigerin, sedî sed wê wenda bikin. Di kaos û rewşa dijwar a şerê li Rojhilata Navîn de tu destkeftî ne mayînde ne. Destkeftiyên heyî, encax bi polîtîkayên hemleyî, pêngavî û afirandina destkeftiyên nû ve tê parastin. Nedîtina ev taybetmendiya rewşa siyasî ya Rojhilata Navîn û li gorî wê tevnegerandin, wê bibe xefleteke dîrokî.

Ji ber van rastiyan bi hev re tevgerandin û yekîtiya Kurdan pir girîng e. Ji ber vê berpirsyartiyeke dîrokî dikeve ser milê hemû hêzên siyasî yên Kurdistanî. Tenê li gorî berjewendiyên partî û parçeyekê tevgerandin, tê wateya xwe xapandinekê pir mezin. Heta ku hemû hêz û dînamîkên Kurdistanî neyên gel hev, mirov di rewşa siyasî ya Rojhilata Navîn de nikare bêje “Ez bi hêz im”. Di vê pêvajoyê de mirov dikare him derfetan û him jî xetereyan bi awayekê baş pêşwazî bike. Derfetên bi vî rengî encax ji 50 an jî 100 salan carekê ve derdikevin holê. Ligel wê; eger Kurd îro derfetên ku derketine pêşiya wan baş nenirxîne, 50 salên din wê hêza gel û rastiyeke Kurdistanê li holê nemîne. Lew re di vê pêvajoyê de ji bo Kurdan çavkaniya herî mezin a hêzê û sînerjî; yekitiya netewî û bi hev re tevgerandin e.

Ji bo yekitiya neteweyî, taybetmendiya demokratîk girîng e. Pêwîst e nêzîkatiyeke hemû hêzên siyasî û îradeya partiyên Kurd nas dike esas were girtin û nêzîkatiya hegemonîk dernekeve holê. Cudahiyên îdeolojîk û siyasî bê ku bibin sedema gengeşî û pêvçûnê; eger di çarçoveya çanda demokratîk û têkoşîna demokratîk de were destgirtin, wê Kurd bi hêz bibe. Eger têkoşîna îdeolojîk û siyasî di vê çarçoveyê de bimîne, wê rastî û şaşîtiyên her hêza siyasî baştir derkeve holê; ev jî ne tenê gelê Kurd, her wiha wê hêzên siyasî û partiyan jî xurt bike. Eger bi nêzîkatiya xurtbûna partiyeke, ne li dijî hêz û partiyên siyasî yên din nîne were tevgerandin; çareserkirina pirsgirêkên di nava hêz û partiyên siyasî û bi hev re tevgerandin wê hêsantir bibe. Em wekî PKK û KCK hêza xwe ya di her mijarê de wekî hêza hemû gelê Kurd û partiyên siyasî dibînin. Em wekî berpirsyartiya xwe ya dîrokî dibînin ku derfet û hêza xwe bixin xîzmeta hemû gelê Kurd û hêzên siyasî. Em hewl didin bi vî rengî tevbigerin.

Bi qasî di têkoşîna azadiya gelê Kurd de yekîtiya neteweyî, nêzîkatiyeke din a girîng heye ku bi gelên ku em bi wan re dijîn, di nava têkoşîneke hevpar de bin û yekîtiyeke demokratîk ava bikin. Dema modernîteya kapîtalîst kete nava Rojhilata Navîn, ji ber feraseta netewe-dewlet, nîjadperestî û şovenîzmê gelê ku herî zêde zerar dît gelê Kurd e. Desthilatdarên Tirk, Erep û Fars, kompleksa di dîrokê de dewletên mezin bûn û şovenîzma netewe-dewletê kirin yek û polîtîkayeke Kurdan tune bikin meşandin. Ji bo Kurd jiyana xwe ya azad û demokratîk karibin biparêzin û hebûna xwe bigirin bin ewlehiyê, pêwîst e nijadperestî û şovenîzma Tirk, Erep û Fars were têkşikandin. Heta ku ev neyê têkşikandin hebûna netewiya Kurd û jiyana wan a azad her tim wê di bin xetereyê de be.

Di vê çarçoveyê de pir girîng e ku gelê Kurd tevî gelên herêmê têkoşîneke hevpar bimeşîne û bi vê têkoşînê ve Tirkiyeya demokratîk, Iraqa demokratîk, Sûriyeya demokratîk û Îrana demokratîk were avakirin. Ev wekî teqtikek, tifaqekî ji bo bi dest xistina têkoşîna polîtîk hatiye avakirin nîne û wisa jî neyê dest girtin. Ev, ji bo hebûn û azadiya hemû Kurdan pêwîst e wekî stratejiyeke bingehîn a neteweyî were dîtin. Di vê çarçoveyê de li ser bingeha azadiya Kurdan; Tirkiyeya demokratîk, Suriyeya demokratîk, Iraqa demokratîk û Îrana demokratîk, pêwîst e ji bo parastina hebûna neteweyî û bidestxistina azadiyê weke stratejiyeke bingehîn were dîtin, girîngî bidin polîtîka û têkoşînên bi vî rengî. Kurd encax li ser bingeha demokratîkirina welatên herêmê dikarin hebûna xwe ya netewî û azadiya xwe bigirin bin ewlehiyê.

Ji ber ku mirov encax bi vî rengî dikare ji şovenîzma Tirk, Erep û Fars rizgar bibe; Rojhilata Navîn a hemû civakên baweriyê û etnîk ên cuda qebûl dike encax bi vî rengî dikare were avakirin. Em nikarin hebûn û azadiya Kurdan bi piştgiriya hin dewletan ve pêk bînin. Têkiliyên bi vî rengî ewlehiyeke mayînde pêk naynin. Ji ber vê yekê, stratejî û polîtîkayeke ku demokratîkirina Tirkiye, Sûriye, Iraq û Îranê pêk bîne wê bi Kurdan re mezin bide qezenckirin.

Di tevahiya dîrokê de civak û gelan bi taybetmendiyên îdeolojîk û fikrî, pêşeroj û çarenûsa xwe diyar kirine. Di her pêvajoya dîrokê de civakên ku hêza wan a îdeolojîk xurt e, derketine pêş û bûne pêşeng. Di serdema Neolîtîk de çanda xwedawenda dayîk a civakparêz û şeklên baweriya li ser vê bingehê, ji ber ku li Mezopotamyaya Jor derketine holê pêşengtî ji mirovahiyê kirine. Nirxên esasî ya şaristaniya demokratîk li ser vê erdnîgariyê hatiye afirandin. Piştî şaristaniya mêtînger, dewletperest û çînî derket, civakên ku xwedî baweriyên wekî Îslamiyet, Xiristiyanî, Yahudîtî û Zerduştî bûn, di qada civakî, çandî, aborî û siyasî hemle pêş xistine. Civakên ku xwedî van baweriyabûn, li ser wan axan di hemleya şaristaniya wê serdemê de bûne pêşeng. Yûnanîstan û Anadolû di qada felsefeyê de wekî pêşeng mohra xwe li şaristaniya serdemekê dane. Piştî Ronesans û reforman navenda şaristaniyê guherî û çû Ewropayê. Di sedsala 19’emîn û 20’emîn de sosyalîzma pêkhatî wekî îdeolojiya teşe dide cîhanê cihê xwe di dîrokê de girt. Ev rastiyên hate rêzkirin, ji bo civakan girîngiya îdeolojiyê radixe ber çavan û rewşa Kurdan a îro ronî dike.

Îro Rêber APO civaka dîrokî bi yekpare girt dest û bi vê yekê asteke îdeolojîk û rastiya pergeleke civakî ku dikare pêşengî ji mirovahiyê re bike daniye pêşberî gelên me. Ev jî demokrasiya ku ne takekes, xwe dispêre civak û koman ku em jê re dibêjin demokrasiya radîkal e. Ev demokrasiyeke wisa ye ku takekes bi azadiya civakî ve wate bi dest dixe, azadiya civakî jî bi azadiya takekes ve pêk tê. Rêber APO li Rojhilata Navîn ku şaristaniya demokratîk, li gel şaristaniya çînî-dewletî weke rubarekê diherike, kok û nirxên wê yê bingehîn hatiye afirandin, hemleyeke nû ya şaristaniya demokratîk pêş xist. Kurd bi paradîgmaya ekolojîk, demokratîk û azadiya jinê ve, li Rojhilata Navîn wê bibin pêşengê şaristaniya demokratîk a nû. Di vê çarçoveyê de li Rojhilata Navîn wê sedsala 21’emîn bibe sedsala Kurdan. Xeta demokratîk, civakparêz û azadîparêziya jinê ya Rêber APO tenê ne li Rojhilata Navîn, xwedî taybetmendiyek wisa ye ku dikare çareserî ji bo hemû pirsgirêkên mirovahiyê re bibîne. Li hemberî civaka ji aliyê neo-lîberalîzmê ve hatiye belavkirin û takekesê hatiye rizandin, civaka demokratîk û takekesê azad a Rêber APO wê ji hemû pirsgirêkan re bibe çareserî.

Aliyê herî girîng a modernîteya demokratîk ku Rêber APO li hemberî modernîteya kapîtalîst weke alternatîf pêş xistiye, netewa demokratîk e. Netewa demokratîk him ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û him jî çareseriya pirsgirêkên li Rojhilata Navin weke derman e. Ji ber vê yekê hêzên siyasî yên gelê Kurd him ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd, him ji bo demokratîkirina welatên herêmê û him jî ji bo demokratîkirina Rojhilata Navîn, pêwîst e netewa demokratîk biparêzin. Eger KNK jî li ser bingeha netewa demokratîk polîtîka bike, tenê ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd, her wiha wê ji bo demokratikirina Rojhilata Navîn jî roleke girîng bilîze. Di pêvajoyekê ku li Rojhilata Navîn kaos û pêvçûnên dijwar ên mezin pêk tê de yekane riya çareseriyê, li ser feraseta netewa demokratîk meşandina polîtîkayê ye. Ji bilî vê ne mumkun e ku tu xeteke siyasî ji pirsgirêkên Rojhilata Navîn bibe çare û wan çareser bike. Modela netewa demokratîk wê him pirsgirêka hemû welatan çareser bike û him jî hemû welatan demokratîk bike. Ya rastî xeta netewa demokratîk, li hemberî polîtîkayên perçe bike, bê hêz bike û bi rê ve bibe ya hêzên derve, projeyekê li ser bingeha azadiya hemû civakên olî û etnîkî yên cûda, xurtkirina gel û welatan e. Ji ber vê yekê kesên ku modela netewa demokratîk û xeta siyasî ya xwe dispêrê vê qebûl dikin û di vê de israr dikin, teqez wê di polîtîkayên Rojhilata Navîn de bibin pêşeng û itibarek mezin bi dest bixin.

Xeta Rêber APO îro li Rojava tê pratîzekirin. Serkeftina şoreşa Rojava, serkeftina modela netewa demokratîk û xeta Rêber APO ye. Ji ber vê yekê xwedîderketina li şoreşa Rojava û kirina bingeha Federasyona Suriyeya demokratîk pir girîng e. Dema ku Kurd di nava Federasyona Suriyeya demokratîk de azadiyên xwe bi dest bixin, Suriyeyek wisa wê ji bo Tirkiye, Iraq û Îranê jî bibe mînak. Li Rojava destkeftiyên mezin hatiye bi dest xistin; lê belê xeterî hîn jî kêm nebûne. Em van xetereyan, him bi piştgiriya ji bo şoreşa Rojava ya hemû hêzên siyasî û gelên me yên li hemû perçeyan û him jî bi afirandina Federasyona Suriyeya demokratîk ve dikarin ji holê rabikin. Ji bo vê pêwîst e KNK hestiyariya ku heta niha ji bo Şoreşa Rojava daye nîşandin, ji niha û pê ve jî nîşan bide; bêhestiyarî û sistiya di mijara xwedîderketinê yên îhtimal divê ji holê rabike û bi vî rengî rolê xwe bilîze.

Di rewşa îroyîn de ji bo Kurdan him êşa herî mezin û him jî berpirsyartiyeke pir mezin dide ser milê Kurdan; dagirkirina Şengal e. Êzîdî mîrateya herî hêja yê dîrok ji me re hiştiye, emanet in. Perçeya herî bi nirx a Kurdan in. Parastina Êzidiyan, bi awayekî azad jiyandina wan a bi bawerî û çand namûs û rumeta hemû gelê me ye. azadkirina Şengala di bin dagirkeriyê tenê ne berpirsyartiya PKK’ê ye. Bêguman wê PKK’ê ji bo azadkirina Şengalê erk û berpirsyartiyên dikeve ser milên wê pêk bîne; lê belê pêwîst e di vê mijarê de seferbertiyek netewî hebe. Eger em Şengal azad bikin û di nava federasyona Kurdistan de bihêlin ku xwe wekî herêmeke xweseriya demokratîk bi rêxistin bikin; wê were wê wateyê ku me him berpirsyartiya xwe ya li hemberî Êzidiyan pêk aniye û û him jî pêngavekê ji bo Federasyona Başûrê Kurdistanê demokratîk bikin avêtiye. Dema Kurd xwe demokratîk bikin û ji bo hemû gelan bibin mînak, tenê wê Kurd azad nebin, wê ji bo azadbûn û demokratîkbûna hemû Rojhilata Navîn jî rolekê mezin bilîzin. Dema li Şengalê xweseriya demokratîk a mînak pêş bikeve tenê ne ji bo Başûrê Kurdistanê, ji bo demokratîkbûna Iraqê jî wê bandoreke mezin bike. Pêwîst e KNK’ê di azadkirina Şengal’ê û bûyîna herêmeke xweseriya demokratîk ku xweparastina wê bi xwe hebe de rolekê aktîf bilîze û bi vî rengî berpirsyartiya xwe ya li hemberî gelê me yê Êzîdî pêk bîne.

Wekî li hemû perçeyên Kurdistanê, li Rojhilatê Kurdistanê jî hesret û daxwaza azadî û demokrasiya gelê me di asta bilind de ye. Him dîroka têkoşîna azadî û demokrasiyê ya gelê me yê Rojhilata Navîn û him jî helwesta gelê me yê Rojhilat ku di her fersendê de pêş dixe, diyar dike ku hêz û daxwaza ji bo azadiyê têkoşîn kirin a gelê me ne kêmî ji perçeyên din e. Ji xwe li her perçeyekê pêşketina têkoşînê tê wateya di perçeyên din de xurtbûna têkoşîna demokrasî û azadiyê. Ji ber vê yekê gelê me yê Rojhilatê Kurdistan him têkoşîna perçeyên din bi hêz dike û him jî ji wan hêz digire. Ev di heman demê de rastiya li hemû perçeyên Kurdistanê jî îfade dike. Ji xwe ewlehiya wê gelê Kurd li hemû perçeyan azadiya xwe bi dest bixe; yekparebûna têkoşîna gelê Kurd e. Êdî dewletan şansê wekî berê Kurdên di nava sînorên xwe karibin biperçiqînin wenda kirine. Hemû gelê Kurdistanê ji bo hêz bidin têkoşîna gelê me yê perçeyên din û ji bo serkeftina vê têkoşînê helwest nîşan bidin, di aliyê têgihiştinê de asteke girîng bi dest xistiye. Ji ber vê yekê pêşketina têkoşîna di hemû perçeyan de wekî têkoşîna gelê Rojhilat were dîtin. Ev rastî wê Îran jî, Rojhilatê Kurdistanê jî ji rewşa niha wê ber bi rewşeke cûda ve bibe. Çawa ku têkoşîna gelê Kurd, rewşa Kurdên di hemû perçeyan de guhertiye, wê rewşa gelê Rojhilatê Kurdistan jî biguherîne û di mijara gihaştina jiyana demokratîk û azad de pêşketinên girîng derxîne holê.

Têkoşîna li Bakurê Kurdistanê ku parçeyê herî mezin ê Kurdistanê ye hîn jî xwedî taybetmendiya herî zêde bandor li ser têkoşîna hemû perçeyan bike û çarenûsa têkoşîna perçeyên din diyar bike ye. têkoşîna li Bakurê Kurdistanê hîn jî vê rewşa xwe didomîne. Ji ber vê yekê hemû gelê me ji nêz ve têkoşîna li Bakûrê Kurdistanê dişopîne. Ji ber ku baş dizane têkoşîna li Bakurê Kurdistanê wê çarenûsa têkoşîna azadiyê ya li hemû perçeyan diyar bike. Heta parastina destkeftiyên li perçeyên din jî ji nêz ve girêdayê pêşketin û serkeftina têkoşîna li Bakurê Kurdistanê ye. Ev, nirxandina me ya subjektîf nîne; rastiyên dîrokî, siyasî, civakî û netewî têkoşîna Bakurê Kurdistanê gihandiye vê rewşê.

Îro têkoşîna li Bakurê Kurdistanê gihaştiye asteke nû. Hemleye ezmûn û destkeftiyên 40 salan bibin encamê hatiye avêtin. Hemleya xweseriya demokratîk a gelê me û xweparastina cewherî ya di çarçoveya vê hemleyê de pêş dikeve, rojeva Tirkiyeyê diyar kiriye. Tevgera Azadiya Kurd ji bo demokratikbûna Tirkiye û çareseriya pirsgirêka Kurd hemû rê ceribandiye, lê belê dewleta Tirk ji ber ku di komkujî, tunekirin û înkarê de israr kiriye, ji bilî hin kurtêlên ku encax dikare bibe argumanên şerên taybet, di çareseriya pirsgirêka Kurd de tu gav neavêtiye. Herî dawî dema serkeftina hilbijartinê ya HDP’ê jî qebûl nekir û tune hesiband, ji bo gelê me ji avakirina rêvebirî û parastina cewherî tu rê nemaye.

Îro gelê me li gelek bajaran xweseriya demokratîk îlan kiriye. Di vê çarçoveyê de gelê me wê him xweseriya xwe ya demokratîk înşa bike û him jî li hemberî êrîşên dewleta Tirk a di qadên rêvebiriyên cewherî de li ber xwe bide. Wekî li Cizîrê gelê me li hemberî zextên herî giran li ber xwe da û ısrara xwe ya di mijara avakirina jiyana xweseriya demokratîk de raxist ber çavan. Êdî pêvajoya avakirina bi awayekî şênber û fîîlî ya xweseriya demokratîk dest pê kiriye. Têkoşîna gelê me ji niha û pê ve wê wekî têkoşîna parastina van xweseriyan bidome. Gelê me yê Bakurê Kurdistanê ji bilî avakirina xweseriya demokratîk, li ser vê bingehê xwegihandina jiyana demokratîk û azad, pê ve wê jiyaneke din qebûl neke. Heta dewleta Tirk jiyana xweseriya demokratîk wekî zagonî û makezagonî qebûl bike, wê ev têkoşîn bê navber bidome.

Têkoşîna gelê me yê li çar parçeyan, peywirên dîrokî daye ser milê hêzên siyasî yên Kurd. Di pêvajoyên wiha de yekitiya di navbera Kurdan û piştgiriya di navbera perçeyan zêdetir girîng dibe. Ji ber vê yekê peywirên girîng dikeve ser milên saziyeke netewî ya wekî KNK’ê ku nûnertiya hemû perçan dike. Peywira KNK’ê ya ku heta niha peywirên girîng bi cih aniye, ji niha û pê ve hîn girîng û têkel e. Di serî de jî divê girîngiya pêvajoya dîrokî ya îro bigihîne hemû civakê û saziyên siyasî û bike ku di vê çarçoveyê de hemû kes xwe berpirsyar bibîne. Ev peywireke pir girîng û dîrokî ye. Di vê pêvajoyê de mewzî û destkeftiyên ku Kurd bi dest bixin, wê bibe mewzî û destkeftiyên hemû Kurdan.

Eşkere ye ku çembera derdora me û zexta li ser me cara ewil e di vê astê de hatiye şikandin. Hêzên dijminên Kurdan pêvajoyên xwe yên herî lawaz û bi pirsgirêk dijîn. Dostên me û têkiliyên me yên navneteweyî jî cara ewil e di vê astê de berfireh û baş e. Nexwe li hemû perçeyan têkoşîna azadiya gelê me, destkeftî û mewzîyên bi dest xistiye ji bo serkeftinên hîn mezin derfet dide; wê demê pêwîst e em van derfet û fersendan baş binirxînin. Derfetên serkeftinê bi carekê ve û bi yekpare hatiye pêşiya me. Li her cihên ku derfet hene pêşxistina têkoşînê, wê serkeftin û destkeftiyên hîn mezin derxîne holê. Ji ber vê yekê pêwîst e hêzên demokratîk û welatparêz ên li hemû perçeyan tenê pêşxistina têkoşînê bifikirin. Pêwîst e derfetên li hemû perçeyan jî ji bo piştgiriya têkoşîna perçeyên din were bikaranîn. Di vê pêvajoyê de li ser bingeha berpirsyartiya netewî fikirandina yekpareyî, peywira dîrokî û rewşa heyî ya li ser me bar kiriye. Li ser hemû hêzên demokratîk, welatparêz berpirsyartiyeke dîrokî heye ku; divê hemû derfetên leşkerî, dîplomatîk, manewî û madî yên Kurdan bikin yek û ji bo piştgirî bidin hev û du bi kar bîninin. Di vê mijarê de hîn jî nêzikatiyên perçeyî, rêxistinî û partiperestî tam nehatine derbaskirin. Pêwîst e yek ji peywira KNK’ê jî ji bo derbaskirina van nêzikatiyan meşandina xebatên aktîf be. Ji bo komekê an jî rojane bikaranîna derfetên ku îro li Kurdistanê derketine holê, divê wekî nêzikatiyên ne li gorî pêvajoya dîrokî ya îroyîn bê dîtin û pêwîst e em bang li hemû kesan bikin ku di vê mijarê de berpirsyar tevbigerin. Di pêvajoyekê ku têkoşîn ewqas gihaştiye yekparebûnê de ji bo hemû mijaran nêzikatiyeke yekpare dernekeve holê, wê were wê wateyê ku pêvajoya dîrokî ya em jê derbas dibin nehatiye fêmkirin. Ev jî wê wekî xefletekî cihê xwe di dîrokê de bigire.

Di demekê ku hemû kes di nava kaos û şerekê dijwar de hemû derfetên xwe seferber dikin û bi xurtkirina tifaqên xwe cihên xwe bi hêz dikin; bi vî rengî dixwazin di nava hevsengiya nû de cihên xwe bigirin de, Kurdên ku herê zêde pêwîstiya wê bi vê heye, eger bi vî rengî tevnegerin, ev ji xefletê wêdetir wê rewşekî îxanetê derxîne holê. Lê belê dema nêzakiyên rast were nîşandin jî, wê Kurd pêvajoyeke herî serkeftî û çeleng a dîroka xwe bijîn; bê ku carekî din bikevin rewşa berê wê li Rojhilata Navîn cihê xwe bigirin. Heta Mezopotamyaya Jor ku mirovahî û çanda mirovahiyê cara ewil li wir derketibû holê, di roja me ya îro de ku mirovahî hatiye binpêkirin, wê civakbûn û mirovahiyê carekî din û bi awayekî xurt derxîne holê û bi vî rengî ji bo pêşeroja mirovahiyê jî wê rewşa xwe ya şaneya esasî bidomîne.

Eger em rast nêzî pêvajoya ku em îro tê de ne bibin, wekî ku Rêber APO jî gotiye wê ‘Têşiya Kurd’ vegere û Rojhilata Navîn bigihîne serdema şaristaniya demokratîk. Kurdistana azad û Rojhilata Navîn a demokratîk bi qasî ku em destê xwe dirêj bikin û bigirin nêzî me ye.

Bi van hest û ramanan, em bawerin di derketina vê rastiyê de KNK û hemû hevalên ku beşdarî Civata Giştî dibin wê rolên xwe bilîzin. Li ser vî esasî em di xebatên we de serkeftinê dixwazin.”