Festîvala Ivana Hoffmann destpê kir
Festîvala ji bo bîranîna şoreşgera enternasyonal Ivana Hoffmann a li Rojava jiyana xwe ji dest da, li bajarê Elmanya Dûîsbûrgê destpê kir.
Festîvala ji bo bîranîna şoreşgera enternasyonal Ivana Hoffmann a li Rojava jiyana xwe ji dest da, li bajarê Elmanya Dûîsbûrgê destpê kir.
Festîvala Ivana Hoffmann, ku wê heta roja Yekşemê bidome, li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Dûsîbûrgê bi panelek bi beşdariya bi sedan kesan destpê kir.
Di destpêka panelê de ji bo bîranîna cangoriyuên şoreşa Kurdistan û tevahiya cîhanê, deqeyek rêz hat girtin. Dûre li ser navê malbatên Ivana Hoffmann û Kevin Jochim axaftin hatin kirin.
Li ser navê TJKE Zîlan Serhed, li ser navê SKP Ayşe Yûmlî Yeter û li ser navê SGDF Ozan Ozengenler peyivîn. Di axaftinan de hat destnîşankirin, ku di şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê de divê tevahiya gelên cîhanê di nava piştgiriyê de bin. Hat bibîrxistin ku Ivana Hoffmann şehîda destpêkê ya Elman a li Rojava ye û hat gotin ku Hoffmann bi cesaret û fedekariya xwe re her kes kiribû heyranê xwe.
Festîval wê bi bernameya ku îro saet di 10'an de destpê bike, bidome. Roja Yekşemê jî wê beşdar li Stasyona Meidrichê bicivin û gora Hoffmann ziyaret bikin.