Sancar SP ziyaret kir
Parlamenterê HDP'ê yê Mêrdînê Mîthat Sancar ê ji bo konferansên akademîk û xebatên hilbijartinê li Swîsreyê ye, Partiya Sosyal Demokrat (SP) ziyaret kir.
Parlamenterê HDP'ê yê Mêrdînê Mîthat Sancar ê ji bo konferansên akademîk û xebatên hilbijartinê li Swîsreyê ye, Partiya Sosyal Demokrat (SP) ziyaret kir.
Sancar bi heyeta SP'ê ya bi serokatiya endamê SP'ê yê Komîsyona Têkiliyên Derve ya Swîsreyê Martîn Naef re hevdîtin kir.
Naef ragihand ku ku HDP'ê bi komkirina cihêrengiyan û bernameya xwe re gelekî bandorê li wan dike û got, "Em dixwazin bi HDP'ê re têkiliyeke nêz deynin û pê re bixebitin. Serketinên HDP'ê bandorê li me dike û me dixe nava coş û kelecanê."
Sancar jî di hevdîtinê de diyar kir ku ew dixwazin bi Partiyên Sosyal Demokrat ên li Ewropayê re têkiliyeke xurt deynin, bi hev re bixebitin û got, "Em dixwazin hilbijartin, ku bingeha demokrasiyê ye, di nava mercên adîl û pêbawerî de bên lidarxistin. Em li bendê ne ku derdorên hestyar, weke çavdêr hilbijartinan bişopînin. Em bang li Demokratên Sosyal jî dikin, ku ji bo agirbest pêk were û pêvajoya çareseriyê bi awayekî ewle ji nû ve destpê bike, bi berpirsyarî tevbigerin. Daxwaza me ew e ku têkiliyên me di asta sazîbûn û sîstematîk de bidomin. Ji bo çareseriya pirsgirêkên Tirkiyeyiyên li Swîsreyê dijîn, em amade ne hevkariyê bikin."