Fluckîger: Ji bo aştiyê divê Ocalan azad be

Serokê Giştî yê Partiya BastaA ya Swêdê Martîn Fluckîger destnîşan kir, ku ji bo aştî bê Kurdistan û Tirkiyeyê divê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad bibe.

Fluckîger got, "Li hemberî polîtîkaya şer a Erdogan, îlana xwerêveberiyê ji aliyê gelê Kurd ve tê fêmkirin û mafekî xwezayî ye. Pêwîste xweseriya demokratîk an jî xwerêveberî, ne tenê ji bo Kurdan, ji bo tevahiya gelên li Tirkiyeyê, çarçoveya wê bê berfirehkirin."

Serokê Giştî yê Partiya Kantona Baselê ya Swîsreyê (BastA) Martîn Fluckîger, mijarên; şerê AKP û Erdogan li hemberî gelê Kurd û derdorên demokrasiyê dimeşînin, hilbijartinên pêşwext ên 1'ê Mijdarê, îlanên xwerêveberiyê li Kurdistanê û rola Ocalan a di aştiyê de ji ANF'ê re nirxand.

'ERDOGAN JI BO DESTHILATDARIYA XWE, POLÎTÎKAYA XWE JI XWÎNÊ XWEDÎ DIKE DIMEŞÎNE'

Fluckîger da xuyakirin ku serketina HDP'ê ya di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de, hem li welêt hem jî li derveyî welêt di nava aştîxwazan de rê li ber hêviyeke mezin vekir, lê belê Erdogan ji ber daxwaza xwe ya şexsî welat ji nû ve xistiye nava şer. Fluckîger anî ziman ku ev yek nayê qebûlkirin û got, "Erdogan ji bo hêza xwe ya li hemberî HDP'ê winda kir careke din qezenc bike û xeyala xwe ya serokatiyê pêk bîne, serî li siyaseteke xwe ji xwînê xwedî dike, da." Fluckîger da zanîn ku tevî şerê ji aliyê Erdogan ve hatiye destpêkirin, komkujiya sivîlan a di dema dawî de, bi ti awayî nayê qebûlkirin.

'ÎLANA XWERÊVEBERIYÊ HEM TÊ FÊMKIRIN, HEM JÎ MAFEKÎ XWEZAYÎ YE'

Fluckîger da xuyakirin ku Erdogan, hevdîtinên aştiyê yên demeke dirêj bi rê ve diçûn, ji nişka ve tine hesiband û li hemberî gelê Kurd şer da destpêkirin. Fluckîger destnîşan kir ku li hemberî polîtîka û şerê dewleta Tirk li dijî Kurdan daye îlankirin, ragihandina xwerêveberiyê ji aliyê gelê Kurd ve tê fêmkirin û mafekî xwezayî ye. Fluckîger diyar kir ku bi xwerêveberiyê yan jî xweseriya demokratîk re gelek pirsgirêkên bingehîn ên li Tirkiyeyê dikarin werin çareserkirin. 

Fluckîger anî ziman ku Tirkiye ya bi sîstema dewleta navendîparêz re bi gelek pirsgirêkan re rû bi rû maye, ancax bi sîstema rêveberiyeke xweseriya demokratîk dikare demokratîk bibe û got, "Di çarçoveya felsefeya Ocalan de avakirina sîstemeke xweser, ji aliyê pêşeroja gelên Tirkiyeyê ve gelekî girîng e."

'DI REWŞEKE ZEXT Û ŞÎDETÊ DE HILBLIJARTINEKE DEMOKRATÎK NEPÊKAN E'

Fluckîger da xuyakirin ku ji ber şerê li Kurdistanê, nepêkane li herêmê hilbijartineke demokratîk were kirin û got, "Di bin navê têkoşîna li hemberî PKK'ê de îlankirina gelek herêman weke 'herêma ewlekariyê' û di van şert û mercan de pêkanîna hilbijartinên pêşwext, li rewşa demokrasiyê nayê. Li herêmeke şîdet û zext lê heye hilbijartina pêk were wê ti carî nebe hilbijartineke demokratîk."

Fluckîger diyar kir ku ji bo hilbijartinên 1'ê Mijdarê di rewşeke demokratîk de bê kirin, divê her du alî çekên bêdeng bikin û destnîşan kir ku divê bi taybetî dewlet dest ji polîtîkaya xwe ya zextê ya li hemberî gelê Kurdistanê dimeşîne, berde.

'BERPIRSYARÊ ÊRÎŞÊN LI HEMBERÎ HDP'Ê, ERDOGAN E'

Fluckîger da xuyakirin ku êrîşên li hemberî HDP'ê gihaştiye radeyeke neyê qebûlkirin û destnîşan kir ku divê HDP a di her şert û mercî de di aştiyê de israr dike, ji her alî ve were parastin û destekkirin. Fluckîger got, "Erdogan ji bo desthilatdariya xwe, welat xist nava şer. Ji mirina leşker û polîsan Erdogan berpirsyar e. Lê belê tevî vê yekê jî ji mirina HDP'ê berpirsyar dibîne û bi vî rengî dixwaze ruhê neteweperestiyê li hemberî HDP'ê bi kar bîne."

'JI BO AŞTIYA RASTEQÎN, DIVÊ OCALAN AZAD BE'

Fluckîger got, "Kengî li hemberî Ocalan tecrîd hat meşandin an jî hewl hat dayîn Ocalan were bêdengkirin, wê çaxê Tirkiye ber bi şerekî mezin ve hat dehfdan" û destnîşan kir ku divê rola Ocalan a di aştiyê de ji aliyê dewletê ve baş were fêmkirin. Fluckîger got, "Ev lîder ji her alî ve bi gelê Kurd re bûye yek û di aştiyê de israr dike. Tecrîda li hemberî lîderekî bi vî rengî, tê wateya israra di neçareseriyê de. Ji bo li Tirkiyeyê aştiyeke rasteqîn pêk were, divê Ocalan azad bibe."

'DIVÊ SWÎSRE BES ÇEKAN BIFIROŞE TIRKIYEYÊ'

Fluckîger firotina çekan a ji hikûmeta Swîsreyê ji bo Tirkiyeyê rexne kir û bang kir ku firotina van çekan tavilê were sekinandin. Fluckîger bibîr xist ku li gorî destûra bingehîn a Swîsreyê, qedexeye ji welatên şer lê heye çek bê firotin û got, "Li Tirkiyeyê li hemberî Kurdan îro şerek tê meşandin. Gelek gerîla û mirovên ji gelê sivîl bi çekên Swîsreyê tên kuştin. Divê hikûmeta Swêdê, vê rewşa li dijî destûra xwe ya bingehîn e biterikîne û peymana firotina çekan ji bo Tirkiyeyê bisekinîne. Divê nebe hevparê mirinan."

...