Kampanya ji bo Demîrbaş û hemû girtiyên nexweş

Ji bo serbestberdana Şaredarê berê yê Sûrê Demîrbaş û hemû girtiyên nexweş, kampanya îmzeyan hat destpêkirin.

Ji bo serbestberdana Şaredarê berê yê Sûrê Abdullah Demîrbaş ê nexweşiya hewrediter derin ven trombozutrombozu (kesekîbûna xwînê) pê re heye û hemû girtiyên nexweş, kampanya îmzeyan hat destpêkirin.

Keça Demîrbaş Berfîn Demîrbaş diyar kir ku bavê wê bi awayekî dij bi hiqûqê li girtîgehê tê ragirtin û got, "Birayê min, ji ber ku ji hiqûqa li vî welatî bawer nekir, tevlî refên PKK'ê bû."

BANGA JI BO DESTEKKIRINA KAMPANYAYÊ

Demîrbaş ji bo girtiyên nexweş banga 'bikeve nava tevgerê' li raya giştî kir û da zanîn ku wan ji bo bavê wê Demîrbaş û hemû girtiyên nexweş dest bi kampanyaya îmzeyan kirine. Demîrbaş xwest, destek ji kampanyaya wan re bê dayîn.

Hevjîna Demîrbaş Ziynet Demîrbaş jî diyar kir ku hefteya derbasbûyî ji bêvila hevserê wê xwîn hatiye, rewşa wî nebaş bûye û xwîn verşiya ye.

Ziynet Demîrbaş got, "Bêguman ne tenê hevserê min, gelek girtiyên nexweş di rewşa mîna hevserê min de ne, hene. Ez dixwazim hemû serbest bên berdan."