Parlamenterê Mêrdînê Prof. Dor. Mîthat Sancar li Zanîngeha Zurîchê bi mijara "Dîrok û Destûra Bingehîn a Kobanê" û li Zanîngeha Baselê jî bi serenavê "Li dû qirkirina berî 100 salan li Tirkiyeyê hat kirin, li Mêrdînê jiyana nû" konferans pêk anî. Di konferansê de xwendekar, dekanên Zanîngeha Zurîchê, Rêxistinên Çep ên Swîsreyî û Kurdistanî amad ebûn. Sancar dema pêşketina dîrokî ya li Kobanê vegot, sîstema kantonê ya li Kobanê û Rojava jî destnîşan kir. Sancar bibîr xist, ku li Rojava hînê rewşeke şer heye, çeteyên DAIŞ'ê bi taybetî li Kobanê birînên mezin vekirine û anî ziman ku ji bo ji nû ve avakirina Kobanê divê her kes a ji dest tê bike.
BASEL
Li dû konferansa li Zurîchê Sancar li Zanîngeha Baselê jî beşdarî semînera bi mijara "Li dû qirkirina berî 100 salan li Tirkiyeyê hat kirin, li Mêrdînê jiyana nû" bû. Di konferansa li vir de jî tevî Kurdistaniyan, xwendekarên Zanîngeha Baselê û Swîsreyî amade bûn. Sancar rê û rêbaza jiyana bi hev re ya gelên li Mêrdînê û rewşa pirçandîtî vegot û destnîşan kir ku li Mêrdînê çar çand bêyî li hemberî hev şer bikin, bi hev re bi pêş ketine. Sancar da zanîn ku li Mêrdînê mirov bi zimanên Kurdî, Suryanî, Ermenî, Erebî û Tirkî diaxivin û ragihand, ku Mêrdîn ji bo Tirkiyeyê dikare weke herêma pîlot bê nirxandin.
Sancar bi destnîşankirina tezan re diyar kir ku Dewleta Tirkiyeyê ya di sala 1924'an de hat îlankirin, ya rast beriya wê di sala 1915'an de ji aliyê hin hêzên cuda ve hatiye avakirin.
Sancar di dewama axaftina xwe de bal kişand ser rewşa Şengaliyên hatine Mêrdînê û diyar kir ku Êzidiyên ji Şengalê hatine nikarin bijîn, ji ber tirsê li Şengalê vegeriyane yan jî çûne Rojava.
Konferans bi beşa pirs-bersivê bi dawî bû.