Polîsan fîşekên rastî bi kar anîn, ciwanan li ber xwe dan

Li Edeneyê, polîsan bi fîşekên rastî birin ser welatiyên ku polîtîkayên qetlîamker ên AKP'ê şermezar dikirin. Tevî 2 kesên birîndar bi giştî 5 kes hatin binçavkirin. Ciwanan li ber xwe dan û polîs ji taxa xwe qewirandin.

Li Taxa Barbaros a navçeya Edene Seyhanê, qetilkirina sivîlan û bombekirina şehîdgehan duh li Kolaan Çarşamba Pazari hatin şermezarkirin. Polîsên ku bi wesayîtên zirxî hatin herêmê, bi fîşekên rastî êrîşî gel kirin.

GULE LI DERDORÊ REŞANDIN

Bi xweparastinê bersiv ji êrîşa polîsan re hat dayîn. Polîsên ku nikarîbûn bikevin nava kolanan, ji wesayîtên zirxî peya bûn û gule li mal û kargehên derdorê reşandin.

Ji ber êrîşa polîsan ciwanekî bi navê Şenol Acar û kesekî navê wî nehat hînbûn, ji lingê xwe birîndar bûn. Polîsan tevî rewşa wan a bi birîndar, bi lêdanê her du kes kirin binçavan. Her wiha 3 kesên ku hewl dan nehêlin polîs birîndaran binçav bikin, bi lêdanê hatin binçavkirin. Birîndar rakirin Nexweşxaneya Delwetê ya Aşkim Tufekçî ya Edene Çûkûrova.

Polîs nîvê şevê neçar man xwe ji taxê vekişînin. Ciwanan jî heta ber destê sibehê li taxê nobed girtin.