Demîrtaş: Xeyalê saltanatiya Erdogan wê 1’ê Mijdarê bi dawî bibe

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş ê ji aliyê Wezîrê Karên Derve Krîstîan Jensen ve bi awayekî fermî hat dawetkirin, piştî hin rêze hevdîtinan li ber Parlamentoya Danîmarka xîtabî gel kir.

Demîrtaş ê xîtabî nêzî 5 hezar kesî kir, got: “Rêveberiyên li Ewropayê bi yek kesî nayên rêvebirin. Li Ewropayê monarşî û qraltî hene, lê hemû sembolîk in. Li Ewropayê qesir hene, lê hemû ji serdema navîn mane û sembolîk in. Serokkomarê Tirkiyeyê Erdogan çav li qralan dike û dema qesrên li vir dibîne dibêje, îleh ez jî qesrê dixwazim, ez dixwazim bibim serok.” Demîrtaş diyar kir ku piştî 1’ê Mijdarê wê xeyalên sultantiya Erdogan bi dawî bibin.

Demîrtaş anî ziman ku ji bo ewlekariya hilbijartinan pêwîstî bi heyeteke çavdêr a navneteweyî ya bihêz heye. Demîrtaş bang li hilbijêrên li Danîmarkayê dijîn kir ku di van hilbijartinan de jî bi xurtî bixebitin.

Mîtînga rastî eleqeyek a mezin a gel hat, bi stranên Fahrî Dag, Hozan Fîgen, Newzat Tûnç û bi govendên bi coş bi dawî bû.

Demîrtaş danê sibê saet 11.45’an bi Wezîrê Karên Derve yê Danîmarkayê Krîstîan Jensen re hevdîtineke saetekê ya ji çapemeniyê re girtî pêk anî û piştî hevdîtinê jî pirsên rojnamevanên li ber Wezaretê sekinîbûn bersivand. Demîrtaş diyar kir ku civîna wan a bi Wezîrê Karên Derve yê Danîmarkayê Krîstîan Jensen re baş derbas bûye, hinek fikir û nêrîn bi hev re parve kirine û soza dewama vê diyalogê standiye.

Piştî hevdîtina bi Wezîrê Karên Derve Jensen, Demîrtaş bi Desteya Têkîliyên Karên Derve ya ji berdevkên têkîliyên derve yên tevahî partiyên siyasî yên Danîmarkayê pêk tên re hevdîtinek 40 deqe pêk anî. Demîrtaş, ji ber eleqeyek zêde ya civînê kêfxweşiya xwe anî ziman.