Li Kervîgnac'ê panela piştevaniya Kurdan

Li rojavayê Fransayê bajarê Kervîgnacê, panelek piştgiriya bi gelê Kurd re hat lidarxistin. Di panelê de wênevan û senarîstên çûn Kurdistanê, axivîn.

Di destpêka panela danê êvarê li salona Kervîgnac Medîatheqûe hat lidarxistin de, dokûmantera Kurdistan, Hûnvreal an Nevez-Amzer a bi nêrnivîsa Fransî, ku ji bo televîzyona France3 li Kurdistanê hat kişandin, hat nîşandan. Di panelê de Fransayî û Brotonyayî jî amade bûn. Piştî nîşandana dokûmanterê, qisekaran çavdêriyên xwe yên li Kurdistanê bi beşdaran re parve kirin û bersiv dan pirsên li ser Kurdistanê.

Qiseker Gael Bmîand, Gael Le Ny û Mîlael Baûdû dan zanîn ku ji ber têkoşîna Kurdan a li Bakurê Kurdistanê û li Rojava dîtine, ew kêfxweş in. Qisekeran ragihandin ku li Rojavayê Kurdistanê ji heft heta heftê salî Kurd hemû li dijî çeteyên DAIŞ'ê şerê ji bo mirovahiyê dimeşînin. Panelîstan dan zanîn ku her çend desteka vekirî ya rejîma Tirkiyeyê ya ji bo çeteyên DAIŞ'ê tê anîn jî hêzên rojavayî helwesteke zelal li hemberî Tirkiyeyê nîşan nadin û bibîr xistin ku Kurd hînê di lîsteyên 'terorê' de tên ragirtin.

Wênevan Gael Bmîand da xuyakirin ku her çend zextên di asta komkujiyê de tên kirin jî Kurd di aştiyê de bi israr in û diyar kir ku hêzên nekarîn xwe li serketina HDP'ê ya di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de rabigirin, zextên xwe zêde kirine. Bmîand destnîşan kir ku van hêzan, ji bo li Kurdistanê hilbijartineke sererast neyê kirin, ji nû ve dest bi şer kirine.

...