Balûken: Divê hêz û raya giştî ya navneteweyî helwestê nîşan bidin

Cîgirê Serokê Koma HDP'ê Balûken diyar kir ku şer ji aliyê Erdogan ve hatiye plankirin. Balûken nerazîbûn nîşanî sîstema veguhastina dengan da û bang li hemû hêz û raya giştî ya navneteweyî kir, ku helwestê nîşan bidin.

Cîgirê Serokê Koma HDP'ê Îdrîs Balûken, piştî pîrozkirina cejnê bersiv da pirsên rojnamevanan.

Balûken, der barê pirsa li ser hevdîtina bi Partiya Saadetê ya demeke dirêj dewam kir de got, "Der barê bûyer û qewimînên li herêmê de nirxandineke berfireh kirin. Fikar û gumanên me weke hev in. Me xwest aştî berî her tiştî bê." Ji bo gotinên Erdogan ên di balafirê ya vegera ji Rûsyayê de ku gotibû 'HDP bi 80 parlamenteran ket Meclîsê, çi bû? Derdorê dişewitînin, hilweşînin' wiha axivî:

'DI 1'Ê MIJDARÊ DE AKP WÊ BI TEMAMÎ BIÇE'

"Tevahiya cîhan dizane ku piştî 7'ê Hezîranê çi qewimiye. Tevahiya cîhan dizane ku konsepta darbe û şer a îro tê meşandin, ji ber ku AKp bi tena serê xwe nebû desthilatdar û Erdogan nebû serok, rû da. Di sibeha 8'ê Hezîranê de rayedarên hikûmetê ev îfade kirine. Yalçin Akdogan gotibû, "ji îro û pê ve ancax dikarin fîlmê pêvajoya çareseriyê bikişînin'. Em bi fîlmekî felaket û karesatê yê ku Erdogan hem senaryoya wê nivîsandiye, hem jî bi rê ve dibe re, rû bi rû ne. Lîstikvanên fîlm dibe ku rayedarên AKP'ê bin, lê belê senaryo û plana fîlm ji aliyê Erdogan ve hatiye kirin. Wî bi xwe beriya hilbijartinê gelek caran gotibû ku eger bi tena serê xwe nebe desthilatdar, 400 wekîlan bi dest nexin, wê kaos rû bide. Piştî hilbijartinê aşkera bûye ku çima van daxuyaniyên AKP û Erdogan rê li ber kaosê vekirine. AKP'ê di 7'ê Hezîranê de desthilatdariya bi tena serê xwe winda kir. Di 1'ê Mijdarê de wê bi temamî winda bike."

'DARBEYA POST MODERN'

Balûken ji bo sîstema veguhastina deng a bi fermana Erdogan bi cih tê anîn ev nirxandin kir: "Hewl didin Desteya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) bi zextê bixe bin kontrola xwe. Dema 1'ê Mijdarê di destpêkê de ji aliyê Erdogan ve hat diyarkirin û YSK jî ev erê kir. Bi sîstema veguhastina deng re dixwaze vîna gel bidize. Dixwaze rewşa hilbijartinê ya demokratîk ji holê rake. Ji bo vî karê xwe yê bi awayekî vekirî dimeşîne, dikare YSK'yê li Qesrê bicih bike. Li şûna ku yek bi yek bi sindoqan û bajaran re mijûl bibe, bila li Qesrê cihekî ji YSK re amade bike û bi vî rengî darbeya xwe ya post modern temam bike. Ev yek bi awayekî vekirî darbeya post modern a bikaranîna dengê vekirî û jimartina girtî ye. Rewş ewqasî zelal e. Li hemberî vê yekê gelên Tirkiyeyê wê bersiva pêwîst bidin. Em bang li hemû hêz û raya giştî ya demokratîk ên navneteweyî dikin, ku li hemberî vê helwestê nîşan bidin."

'KES NIKARE WEKÎLÊN ME BINÇAV BIKIN'

Der barê binçavkirina Parlamentera HDP'ê ya Şirnexê Aycan Îrmez de Balûken got, "Nikarin parlamenterekî me rabigirin. Çend kesên hedê xwe nizanin û haya xwe ji xwe nîne, rabûne di bin navê tespîta nasnameyê de ketiye nava hewldaneke bi vî rengî." Balûken diyar kir ku yên ew pêkanîn kirne wê li pêşberî hiqûqê hesab bide û got, "Ji xwe Serokê Meclîsê leşkerekî di bin fermana AKP'ê de ye. Ti kes nikare ti parlamenterekî me binçav bike."