Oker: Ji bo hilbijartinan divê bi dil û can kar bê kirin
Li Viyanayê çalakiyek ji bo piştgirîdayîna HDP'ê hat lidarxistin. Parlamenter Oker di axaftina xwe ya li vir de diyar kir ku partiya wan gel hemû gihandiye hev û banga dengdayîn û xwedîderketina li sindoqan kir.
ANF
VIYANA
în, 25 rezberê 2015, 11:33
Li paytexta Awûstûrya Viyanayê, bi çalakiyekê piştgirî ji HDP'ê re hat dayîn. Çalakî li Salona Dawetê ya Mozaîk hat lidarxistin û Parlamenterê HDP'ê yê Stenbolê Tûrgût Oker jî beşdar bû.
BERGER: DIVÊ HER KES JI BO TÊKÇÛNA ERDOGAN BIXEBITE
Axaftina vekirinê ji aliyê Rîchart Berger ve hat kirin. Berger ji hilbijêran xwest ku ji sedî sed dengê xwe bi kar bînin, xwedî li dengê xwe derkevin û got, "Dema şert û mercên li Tirkiyeyê li ber çavan werin girtin, hingî girîngiya bikaranîna dengan zêdetir dibe." Berger da xuyakirin ku yên nikarin dengê xwe bi kar bînin jî divê ji bo aştî û azadiyê cihê xwe di xebatên hilbijartinê de bigirin û ji bo têkçûna Erdogan bixebitin.
OKER: JI SEDÎ SED DIVÊ DENG WERE BIKARANÎN
Parlamenter Oker jî di axaftina xwe ya li vir de got, "Weke Kurd, Elewî, Tirk, Ereb, Ermenî, ev 90 sal in em ji hev hatin dûrxistin. HDP'ê jî karê ku heta niha ti partiyê nekiriye li Tirkiyeyê kir. Em hemû gihand hev." Oker destnîşan kir ku divê hilbijêrên li Ewropayê ji sedî sed dengê xwe bidin HDP'ê. Oker xwest, ji hilbêran xwest ku bi awayekî organîzeyî biçin ser sindoqan û got, "Pêwîste xwedî li sindoqan bê derketin. Bi vê armancê girîng e em bi dil û can bixebitin."
'TEVKARIYA LI BERXWEDANÊ, BERPIRSYARIYA ME YA DÎROKÎ YE'
Oker bal kişand ser komkujiya sivîlan a li Cizîrê û berxwedana gel û da zanîn ku dewletê şerekî topyekûn li dijî gel daye destpêkirin. Oker got, "Weke gelên din ên di nava HDP'ê de cih digirin, tevkariya li vê berxwedanê, berpirsyariyeke me ya dîrokî ye." Oker di dewama axaftina xwe de got, "Eger bi têkoşîna YPG'ê re li ser sînoran xwîna Elewiyan û xwîna gelên din naherike, em vê yekê deyndarên ewladên leheng ên Kurd in."
Oker bal kişand ser têkiliya AKP û Erdogan bi çeteyên DAIŞ'ê re û CHP a ku tezkereya şer 'erê' kir, rexne kir.
Oker ragihand ku Erdogan qanûnan nas nake û dixwaze hemû hêzê bixe nava destê xwe. Oker destnîşan kir ku gel wê hesap bipirse.