Di 15. Desteya Giştî ya KNK’ê de berxwedana Elkê hat silavkirin

Di 15. Desteya Giştî ya KNK’ê ku li paytexta Belçîka Brukselê didome, berxwedana gel a li Elkê ya li hember êrîşên dewleta Tirk didomin.

Endamê Konseya Rêveber a KNK’ê Zubeyir Aydar ê li ser navê 15. Desteya Giştî ya KNK’ê axivî, êrîşên dewleta Tirk ên li hember gelê Kurd şermezar kir. 

15. Desteya Giştî ya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK)’ê li paytexta Belçîka Bruksel bi tevlîbûna sedan endaman didome. Endamê Konseya Rêveber a KNK’ê Zubeyir Aydar ê li ser navê 15. Desteya Giştî ya KNK’ê axivî, li Elkê qetilkirina 4 sivîlan ji aliyê artêşa Tirk ve şermezar kir. Aydar got: "Em li vir ku ji bo çareseriya pirsgirêkên neteweyî yên Kurdan û yekîtiya wan kom bûne, dijminên me îro êrîşî gelê me dikin. Ji şevê din ve polîs û leşkerên Tirk êrîşî navçeya Elkê ya Şirnexê dikin. Di encama van êrîşan de 4 sivîl hatin qetilkirin. Em van êrîşan şermezar dikin… Gelê Elkê ne bi tenê ye. Artêş û polîsên Tirk bi hêzeke mezin êrîşî gelê me dikin. Em êrîşa li hember gelê Bakurê Kurdistan şermezar dikin û berxwedana gelê me silav dikin. Li bajarê Helebê yê Sûriyeyê jî li hember taxên Kurdan êrîş hene. Li hember van êrîşan ancax bi yekîtiyê em dikarin rawestin.”

Bi sedan kesên tevlî Desteya Giştî ya KNK’ê bûne piştgirî dan daxuyaniya Aydar.