Li Hambûrgê xebatên ji bo hilbijartinê didomin
Pêkhateyên HDP'ê yên li bajarê Hambûrgê, xebatên xwe yên ji bo hilbijartinên giştî yên 1'ê Mijdarê didomînin.
Pêkhateyên HDP'ê yên li bajarê Hambûrgê, xebatên xwe yên ji bo hilbijartinên giştî yên 1'ê Mijdarê didomînin.
Kurdistanî û dostên wan xwe civîna gel a 27'ê Îlonê ya li salona sporê ya DÎMA amade dikin, ku wê Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş jî beşdar bibe.
Li semtan jî xebatên komîsyonên hilbijartinê dewam dikin. Di vê çarçoveyê de mal tên ziyaret kirin û standên agahdarkirinê tên vekirin.
Di standa li semta Harbûngê de sosylog Meral Babûr li ser xebatên pêkhateyên HDP'ê yên Hambûrgê agahî da. Babûr anî ziman ku ew li ser navê Meclîsa Jinê ya Rojbîn di nav akomîsyona hlibijartinê de cih digire û da zanîn ku jin ji standa agahdarkirinê ya li Harbûrgê re pêşengiyê dikin.
Wezîfedarên li standê bi saetan belavokên HDP'ê belav kirin û bi mirovên li derdorê re sohbet kirin. Wezîfedaran di mijara prosedura hilbijartinê ya li Elmanyayê de agahî dan.