Îrmez ji AKP'ê pirsî: Hûn ê Walî ji wezîfeyê bigirin?
Parlamentera HDP'ê Îrmez da xuyakirin, ku binçavkirina wê parçeyek ji konsepta şer a AKP'ê ye. Îrmez ji Wezîrê Karên Hundir pirsa 'We ferman dan?' pirsî.
Parlamentera HDP'ê Îrmez da xuyakirin, ku binçavkirina wê parçeyek ji konsepta şer a AKP'ê ye. Îrmez ji Wezîrê Karên Hundir pirsa 'We ferman dan?' pirsî.
Parlamentera HDP'ê ya Şirnexê Aycan Îrmez a ku roja 24'ê Îlonê di dema vegera ji çalakiya mertalên zindî de ji aliyê hêzên dewletê ve 3 saetan hat binçavkirin, der barê mijarê de pêşnûme pirsek peşkêşî Wezîrê Karên Hundir Selamî Altinok kir.
Îrmez ji Altinok xwest, bersiva van pirsan bide:
"Tevî ku şexsê min ji aliyê hêzên ewlekariyê ve tê naskirin û min nasnameya parlamenteriyê nîşan da jî, hatim binçavkirin. Sedema binçavkirina min çi ye? Fermana binçavkirinê ji aliyê we ve hatiye dayîn?
Der heqê hêzên ewlekariyê, amîrên wan û Waliyê Şirnexê de, ku tevî dizanîbûn ez parlamenter im jî girtin binçavan, lêpirsîn hatiye destpêkirin? Eger nehatibe vekirin hûn ê vekin?
Li hemberî şerma ku bi binçavkirina vîna gel re derket holê, hûn difikrin ku Waliyê Şirnexê tavilê ji wezîfeyê bigirin?
Hikûmeteke ku nikare parlamenteran bi hiqûqê bide bawerkirin, wê çawa ewlekariya hiqûqê bide gel?
Bi van polîtîkayên we yên şer re bi dehan parlamenterên me yên HDP'yî rastî êrîşan hatin. Êrîşên li hemberî parlamenterên me, parçeyek ji polîtîkayên şer ên tên meşandin e?
Çima hûn di şer de israr dikin?"