Veguhastina leşkerî ya ji navçeya Elkê ber bi Qereqola Jendermeyan Ayvalikê ji navenda navçeyê hat kirin. Ji ber derbasbûna konvoya leşkerî ya ji dehan wesayîtên zirxî, ketin û derketina navçeyê li welatiyan hat girtin.
Cenazeyê ajokarê ambûlansê Şehmûz Dûrsûn, piştî otopsiyê ber bi Elkê ve hat şandin, lê belê li ber Tabûra Jendermeyan a Ayvalik a Elkê tê sekinandin. Di heman demê de destûr ji wesayîtên ji aliyê din ve tên jî, nayê dayîn ku derbas bibin.
Wekî din, girseya gel a çû herêma Berçiya û li cenazeyên gerîlayan geriya, nîvê şevê vegeriya. Girseya gel tevî astengiya leşkeran jî danê vê sibehê çû herêma şer û xebatên lêgerînê didomîne.