Li Hennebontê Konferansa Kurd
Li Rojavayê Fransayê bajarê Hennebontê, bi armanca piştgirîdayîna gelê Kurd konferansek hat lidarxistin.
Li Rojavayê Fransayê bajarê Hennebontê, bi armanca piştgirîdayîna gelê Kurd konferansek hat lidarxistin.
Konferans ji aliyê endamên Tevgear Aştiyê ya Hennebontê ve hat organîzekirin û Serokê Komeleya Dostaniya Kurd Broton Andre Metayer weke qiseker beşdar bû.
Konferans li Pirtûkxaneya Medya pêk hat û Fransî û Brotonyayiyan eleqeyeke mezin nîşan dan.
Andre Metayer di destpêkê de bi nîşandana sînevîzyonê re dîroka Kurdistanê û qonaxa heyî vegot. Metayer diyar kir ku zîhniyeta qirkirinê ya sal 1915'an hînê li Tirkiyeyê derbasdar e û anî ziman ku hikûmeta AKP'ê ya ji Erdogan destekê dibîne li hemberî gelê Kurd polîtîkayên qirêj dimeşîne, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di nava tecrîdê de radigire, di bin navê qedexeya derketina derve de sivîlên Kurd bi destê hêzên ewlekariyê yên dewletê qetil dike.
Metayer anî ziman ku Kurdên li rojavayê Tirkiyeyê dijîn bûne hedefa hêzên faşîst û destnîşan kir ku hikûmeta AKP'ê li hemberî gelê Kurd dest bi şerekî topyekûn kiriye. Metayer ragihand ku sedema vê yekê jî xweranegirtina AKP'ê li serketina HDP'ê ya hilbijartinên 7'ê Hezîranê ye.
Andre Metayer di dewama axaftina xwe de da zanîn ku gelê Kurd li gelek eniyan ji bo azadiya xwe şer dike û diyar kir ku eger hêzên rojavayî destekê bidin, wê gelê Kurd êşên girantir nekişîne. Metayer nerazîbûn nîşanî bêdengiya welatiyên Yekîtiya Ewropayê ya li hemberî komkujiyên li Kurdistanê da.