Girtiya nexweş Fatma Tokmak ji ber konsepta şer nayê dermankirin
Girtiya nxweş Fatma Tokmak a li Girtîgeha Jinê ya Bakirkoy a Stenbolê tê ragirtin, derket holê ku ji ber fermandarên li girtîgehê nayê dermankirin.
Girtiya nxweş Fatma Tokmak a li Girtîgeha Jinê ya Bakirkoy a Stenbolê tê ragirtin, derket holê ku ji ber fermandarên li girtîgehê nayê dermankirin.
Tokmak a ku em çûn serdana wê anî ziman, ku piştî pêvajoya aştiyê veguherî konsepta şer, pêkanînên kêfî yên fermandarên leşkerî gihaştine wê radeyê ku destûr nayê dayîn girtiyên nexweş bên tedawîkirin. Tokmak anî ziman ku ji ber fermandar ji odeya mûayene bi israr dernakevin û nahêlin ew tedawî bibin, bûye ku nikaribin biçin nexweşxaneyan.
FERMANDAR NAHÊLIN TEDAWÎ BÊ KIRIN
Aliyekî din ê konsepta şer a AKP'ê li girtîgehan didome. Gelek girtiyên ji doza PKK'ê, bi awayekî kêfî sirgûnî bajarên rojava yên dûrî malbata xwe tên kirin. Tedawiya gelek girtiyên nexweş jî ji aliyê fermandarên leşkerî yên li girtîgehan ve tê astengkirin. Nexweşa dil Fatma Tokmak jî yek ji van girtiyên nexweş e. Fatma Tokmak, ji ber ku deriçeya dil îflas kiriye divê bi lezgînî were emeliyatkirin, lê belê ji ber astengiyan nikare mûayeneyên ji rêzê jî bibîne. Di 25'ê Îlonê roja Înê de em çûn serdana Tokmak a li Girtîgeha Jinê ya li Bakirkoyê tê ragirtin. Tokmak anî ziman ku piştî pêvajoya aştiyê ket rewşa konsepta şer, fermandarên leşkerî bi taybetî dest bi pêkanînên kêfî yên gihaştine radeya paranoya kirine û nahêlin tedawiya girtiyên nexweş bê kirin. Tokmak diyar kir ku serkêşiya van pêkanînên kêfî fermandareke jin a bi navê berbaz Pelîn dike û anî ziman ku ji ber ev kes ji odeya mûayeneyê dernakeve û pêşî li tedawiyê digire, bûye ku ew nema karibin biçin nexweşxaneyê.
'ÊDÎ NAÇIM NEXWEŞANEYÊ!'
Tokmak a ku her meh ji bo derzî lê bê xistin divê biçe nexweşxaneyê, da xuyakirin berî du hefteyan dema diçû nexweşxaneyê destê wê ber bi jorê ve hatiye kelepçekirin û bi vî rengî li wesayîta rîngê hatiye siwarkrin. Tokmak got, "Kelepçe ewqasî şidandin, ku xwîna min nema diherikî. Dema ez anîn Nexweşxaneya Dewletê ya Samatya, bi artêşeke ji leşkeran re min xistin odeya mûayeneyê. Polîsên sivîl jî bi wan re bûn. Berî derziyê li bedena min bidin min xwest ew ji odeyê derkevin. Fermandara girtîgehê Pelîn destûra vê neda. Ji odeyê derneket. Demeke kurt me nîqaş kir. Gef li min xwar û got, 'Zêde neaxive, eger em derkevin tuyê jî bi me re derkeve'. Qîma xwe bi vê jî neanî, zext li doktorê derzî li min dixist kir û got, 'Bilezîne'. Pêşî li tedawiya min girt." Tokmak anî ziman ku fermandar Pelîn ne tenê li wê, li hemû girtiyên PKK'yî heman zextê dike û diyar kir ku ji ber vê helwestê, ew êdî naçe nexweşxaneyê.
'FERMANDAR TOLA PÊVAJOYÊ JI ME HILTÎNIN!'
Girtiyeke din a ji ber astengiyên kêfî yên fermandarên girtîgehê nayê dermankirin Reyhan Kûrûmûş e. Kûrûmûş a ku bi Fatma Tokmak re li heman koxûşê dimîne û berî 10 rojan lingê wê lê zîvirî, tedawiya wê vê carê ji aliyê fermandarekî mêr ve hat astengkirin. Kûrûmûş got, "Min birin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Sadî Konût. Tevî ku fermandarê mêr ji odeya mûayeneyê derneket, kelepçe jî venekir. Min jê pirsî ku çima kelepçe venake, wî jî ji min re got, 'Ez ji kesî bawer nakim'. Bi vî rengî bêyî tedawiya min bê kirin, min vegerandin girtîgehê." Kûrûmûş ragihand ku lingê wê eciqiye, 15 rojan nekariye pê bimeşe, gelekî êş kişandiye û got, "Beriya niha pêkanîneke ewçend tund tinebû. Ji dema xerabûna pêvajoyê û vir ve fermandar tolê ji me hiltînin."