DYA: Balafirên bêmirov ên Rûsya li Sûriyeyê dest bi keşfê kirin

Hat ragihandin ku balafirên keşfê yên Rûsya li Sûriyeyê dest bi xebatên keşfê kirine.

Berdevkê Fermandariya Hêzên Navendî ya Amerîkan (Centcom) Pat Ryder, ê di daxuyaniya çapemeniyê de agahî da got ku balafirên bêmirov ê Rûs li ser xaka Sûriyeyê dest bi keşfê kirine.

Ryder anî ziman ku balafirên Rûs ên di sînorê hewayî yê Sûriyeyê de digerin tenê keşfê dikin, ti bomberdûmanê nakin.

Berdevkê Centcom, diyar kir ku agahiya wan ji projeyên leşkerî yên Rûsya nînin û diyar kir, ‘Bi rayedarên leşkerî yên Rûs re ti kontakteke wan nîne.’

Wezîrtiya Parastinê ya Amerîka diyar kiribû ku Rûsya li wilayeta Lazkiye ya Sûriyeyê baregeheke leşkerî ava kiriye û bi vê armancê gelek balafir, helîkopter û tank şandine herêmê. Rûsya hê ev îdîa qebûl nekiriye.