Xebatên HDP'ê yên ji bo hilbijartinê li Hollandayê bi berfirehî didomin
Xebatên HDP'ê yên ji bo hilbijartinên giştî yên 1'ê Mijdarê, li Hollandayê bi berfirehî didomin.
Xebatên HDP'ê yên ji bo hilbijartinên giştî yên 1'ê Mijdarê, li Hollandayê bi berfirehî didomin.
HDP'ê xebatên xwe yên ji bo hilbijartinên 1'ê Mijdarê, li Hollandayê berfireh kir. Di çarçoveya xebatên beriya mehekê destpê kirin de, di serî de Amsterdam, Rotterdam û Deventerê li bajarên Ûtrecht, Arnhem, Den Haag, Nîjmegen, Dordrecht, Eîndhoven û geleke bajar û bajarokên derdorê komîsyonên hilbijartinê hatin avakirin. Li gelek deverên mîna Den Haag û Rotterdamê, ku hejmareke zêde ya Kurdistanî û Tirkiyeyî lê dijîn, komîsyonên herêman jî hatin avakirin.
MÎTÎNG, ŞEV Û ÇALAKIYÊN HERÊMAN
Tevî şahiyên ji bo destekkirina HDP'ê, wê di 10'ê Cotmehê de mîtîngek bi mijara "Li dijî şer, aştî" ji bo tevahiya welêt bê lidarxistin. Roja 11'ê Cotmehê li bajarê Beverwîjkê şeva herêm û baweriyan, di 18'ê Cotmehê de li bajarê li bajarê Ûtrechtê bi beşdariya parlamenterê HDP'ê Tûrgût Oker çalakiyek were lidarxistin.
Her wiha, li herêmên girseyên qelebalix lê dijîn wê stand bên vekirin û li bazaran materyalên hilbijartinê werin belav kirin. Li van deveran wê serdanên malan jî bên kirin.
Komîsyonên ku ji aliyê DÎDF, HTÎF, HTÎB, VEKSAV, SYKP, HAKDER û FED-KOM'ê ve hatine avakirin, ji gelek sazî û kesayetan jî piştgiriyê dibînin.
DI NAVBERA 21-25'Ê COTMEHÊ DE WÊ DENG WERE BIKARANÎN
Li Hollandayê ku 245 hezar hilbijêr lê hene, wê di navbera 21-25'ê Cotmehê de li herêmên Amsterdam, Den Haag û Deventerê deng were bikaranîn.
NÛMARAYÊN TELEFONÊ YÊN TÊKILIYÊ
Komîsyona Navendî ya HDP'ê ya Hollandayê, ji bo heta roja dawî desteka alîkariyê bidin, ev nûmarayên telefonê aşkera kir:
"0615902207 0641215002
Amsterdam 0645767646- 0627368968
Zaandam 0641774488
Almere 0610947901
Den Haag 0617533717- 0610002517
Dordrecht 0633038518
Schiedam 064131006
Breda 0652032151
Rotterdam 0621947578- 0620291925
Nijmegen 0649251187
Arnhem 0622502505
Deventer 0620487391
Apeldoorn 0643437006
Heemskerk 0624823506
Wageningen 0623295650
Dotinchem 0617811817
Limburg / Braband 0610861528
Bergen op Zoom 0652032151"