Li bajarê Saarbruckenê, ji bo destekkirina HDP'ê çalakiyek hat lidarxistin. Di civîna li Navenda Çanda Elewiyan a Saarlandê de tevî Parlamenterê HDP'ê yê Stenbolê Tûrgût Oker, gelek Kurd û bawermendên Elewî amade bûn.
'HDP PARTIYA HEMÛ BINDESTAN E'
Oker di axaftina xwe ya li civînê de bal kişand ser cudahiya navbera HDP û CHP'ê û got, "Weke Elewî 90 salan me destek dan CHP'ê. Me CHP weke nûnerê xwe dît. Weke bersiv çi ji me re hat dayîn? Asîmîlasyon û komkujî. Tevî ku nû hatiye damezrandin jî HDP a ji temsîla hemû gelên li Tirkiyeyê, di heman demê de yekane nûnerê Elerwiyan û her kesên bindest e. Lewma divê her kes ji bo dengê xwe bidin HDP'ê di 1'ê Mijdarê de biçin ser sindoqan."
Oker ji hilbijêrên li Ewropayê xwest, ku nekevin nava xemsariya 'ji xwe em ji bendê derbas dibin' û got, "Ev xemsarî gelek tiştan dide windakirin. Pêwîste em di pêvajoya hilbijartinê de heta kêliya dawî bixebitin û partiya xwe derxînin asta herî bilind. Bi taybetî divê Elewiyên li Ewropayê vê firsendê baş bi kar bînin."
'SILAV JI ŞERVANÊN LI ROJAVA RE'
Oker di dawiya axaftina xwe de, ciwanên li Rojava li dijî çeteyên dijminê mirovahiyê DAIŞ'ê şer dikin, silav kir û got, "Eger ciwanên Kurd li Rojava lehengiyeke destanî nîşan nedabûna, îro Tirkiye jî di hedefê de bû. Bi taybetî wê Elewî bihatina qetilkirin. Eger Elewî nayên qetilkirin, ev yek bi saya lehengiya li Rojava hatiye nîşandan e."