Li Wanê serdegirtina polîsan a bi helîkopter û wesayîtên zirxî

Li Wanê, polîsên Tirk ên danê sibehê bi helîkopteran û bi dehan wesayîtên zirxî dor li taxan girtin, avêtin ser gelek nuqteyan. Polîsan li herêma Şehîdgeha gerîla lêgerîn kirin. Dorpêçiya polîsan dewam dike.

Polîsên ku danê sibehê dor li taxên Xaçort, Surmelî, Karşiyaka yên navçeya Îpekyolû û taxa Şehîd Firat a Artemêtan ên Wanê girtin, li gelek nuqteyan lêgerîn kirin. Hêzên dewleta Tirk bi helîkopteran, tîmên tevgera taybet û endamên îstîxbaratê bi wesayîtên bê plaqe ketin nava taxan û heqaret li gel kirin.

Li taxa Yenîmahalle ya navçeya Îpekyolûyê, polîsan li "Şehîdgeha" gorên PKK'yî û HPG'yiyan lê ye, lêgerîn kirin. Polîsên ku bi kûçikan lêgerîn kirin, dûre ji goristanê derketin.

Taxên navçeyan hînê ji aliyê polîsan ve hatine dorpêçkirin.